Xiristiyan piştgiriya Barzanî dikin

17-08-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Xiristiyanên Başûrê Kurdistanê di pirsa serokatiya de piştgiriya xwe ji bo Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dan nîşandan.

 

Nûnerên Xiristiyanên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke hevbeş de, ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê xwestin ku lihev bikin û krîza niha bidawî bikin.

 

Nûnerên Xiristiyanên Başûrê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de bi vî awayî bang li aliyên siyasî kirin: “Di vê serdema hesas de ji bo Mesûd Barzanî erka xwe ya Serokatiya Herêma Kurdistanê bidomîne, piştgiriya wî bikin.”

 

Herwiha nûnerên xiristiyanan ji aliyê siyasî xwestin ku ji bo pêkhatiyên etnîkî û olî mafên xwe bistînin, piştgiriya wan bikin.

 

Daxuyanî bi îmzeya Metranê Dêra Sûryanî ya Katolik li Mûsil, Kerkûk û Başûrê Kurdistanê Mar Yihanna Batrs, Metranê Serokê Ofîsa Keldanî li Hewlêr Mar Beşar Meta Werda û Metranê Dêra Sûryanî li Mûsil, Kerkûk û Başûrê Kurdistanê Mar Nokodimus Meta Şerîf hatiye weşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst