Alîkarê Serokê Parlamentoya Kurdistanê: Civîna bê lihevkirin, ne qanûnî ye

 

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentoya Kurdistanê xwe ji bo civîna awarte li ser sererastkirina qanûna serokatiya Herêma Kurdistanê amade dike. Alîkarê Serokê Parlamentoyê Ceifer Êminkî jî dibêje, ew civîn qanûnî nîne.

Kirîza serokatiya Herêma Kurdistanê didome. Komek parlamenterên Kurdistanê jî duh bi fermî daxwaza lidarxistina civîna awarte li ser sererastkirina qanûna serokatiya Herêma Kurdistanê kirin.

Li ser wê civînê, ku heta niha nayê zanîn dê kengê were lidarxistin, alîkarê Serokê Parlamentoya Kurdistanê û endamê Polîtburoya PDKê Ceifer Êminkî civîneke rojnamevaniyê li dar xist û got, eger ew civîn were kirin qanûnî nabe çimkî li vî welatî tevahiya bûye û arîşeyan bi lihevhatina siyasî hatine çareserkirin.

Ceifer Êminkî her wiha diyar kir ku divê kirîza serokatiyê jî bi lihevkirinê were çareserkirin û wiha axivî:

“Nedibû ev arîşe wiqasî were mezinkirin. Ev kêşe wisa mezin nebû lê me bi destê xwe mezin kir.”

Alîkarê Serokê Parlamentoyê rexne li Serokê Parlamenoya Kurdistanê jî kir û got, mixabin Serokê Parlamentoyê di kirîza serokatiya Kurdistanê de serkeftî û bê alî nebûye.