Newşîrwan Mistefa bi wan mercan bi Barzanî re rûdinê

17-08-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn ku Kordînatorê Giştî yê Tevgera Gorranê Newşîrwan Mistefa razî bûye bi merc bi Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê PDKê Mesûd Barzanî re li ser kirîza serokatiyê rûnê.

Heyama serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 19ê Tebaxa îsal xilas bibe lê heta niha kirîza serokatiyê nehatiye çareserkirin.

Serok Barzanî duh bang li tevahiya partiyên şirîkên hikûmetê û partiyên din ên Başûrê Kurdistanê kiribûn, beriya 20ê Tebaxê bicivin û çareyekê ji vê kirîzê re bibînin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr û Alîkarê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl ji bo ku nêrîna Newşîrwan Mistefa li ser wê banga Barzanî bizanin, duh bi wî re hevdîtin kirin.

Jêderekî haydar ji wê civînê, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rûdawê re got, Newşîrwan Mistefa di civînê de gotiye ku ew dixwaze rojeva civîna partiyên siyasî ya ku Barzanî daxwaza pêkanîna wê kiriye, bizane paşê tevlî civînê bibe.

Wî jêderî da zanîn ku Newşîrwan Mistefa gotiye, divê di warên petrol, asayiş, leşkerî, darayî û pêwendiyên derve de şirîkatî hebe û hikûmet tevahiya şirîkên desthilatê ji karûbaran agahdar bike.

Li gorî agahiyên wî jêderî, Elî Bapîr dê wan merc û daxwaziyên Newşîrwan Mistefa bigihîne Barzanî û bersiva wî jî ji Newşîrwan Mistefa re bibe.

Wî rayedarî her wiha anî ziman ku Kordînatorê Giştî yê Gorranê gotiye, PDKê heta niha ti pêşniyarek û projeyek li ser dirêjkirina heyama serokatiya Barzanî pêşkêş nekiriye û tenê dibêje, bila Barzanî bimîne lê divê ew jî gotina xwe bêjin.

Duh, alîkarê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî, kordînatorê giştî yê Gorranê Newşîrwan Mistefa û emîrê Komela Îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr li bajarê Silêmaniyê civiyabûn û li ser çawaniya çareserkirina kirîza serokatiyê gotûbêj kiribûn.

Piştî civînê, Newşîrwan Mistefa gotibû, emê çend rojên din helwesta Gorranê eşkere bikin. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst