Li Bedlîsê êriş li cendirme û polîsan hat kirin

Navenda Nûçeyan – Gerîlayên PKK  Li navçeya Xîzan a Bedlîsê di heman demê de êrişî Rêveberiya Ewlekariyê û Fermangeha Cendirman a Navçeyê kirin.

Di encama êrişa li Fermabgeha Cendirmayan de leşkerek birîndar bû.

 

Parêzgarê Bedlîsê derbarê êrişan de daxuyaniyek da û got, êriş bi çekan hat kirin û hêzên ewlekariya Tirkiyeyê jî bi cih de bersiva êrişan dan.

 

Hat gotin vê êvarê saet 18.25ê êriş bi qasî 400-450 metrayan ji dûr ve bi çekan hat kirin. Herwiha piştî êrişê li herêmê operasyonek berfireh li dijî gerîlayên PKK hat destpêkirina.