Festîvala zebeşan a Amedê

19-08-2014
RÛDAW
Rudaw
Rudaw
Nîşan Amed Festival
A+ A-

 

Rûdaw (Amed)-  Zebeşên Amedê di cîhanê de him ji aliyê tama xwe ve, him jî ji aliyê mezinbûyîna xwe ve wekî zebeşên yekemîn tê nasîn. Lewra zebeşên Amedê ne tenê li herêmê li çar aliyê cîhanê deng daye. Ji ber vê yekê ye salên dûr û dirêjin li Amedê festîvala zebeşan tê lidarxisitn û festîvala îsal jî di 11'ê Îlonê de pêk were. Piraniya hilberînerên zebeşan bi kelecanî û baldarî zebeşên xwe xwedî dikin û lê miqate dibin.


Di bê barê de Rûstem Îlen dibêje: ''Em 4-5 caran karê tavrikê dikin. Piştre em ji bo avdaniyê xetan vedikin û ji 4-5 rojan carekî avê didin. Em gûbre ya wê jî qet kêm nakin. Armanca me ew ku gezo lê nexe û ji kêzikan were parastin. Ev zebeşên henê di dilê min de pir bi qedirbilind e. Ji ber ku min kedeke mezin daye van zebeşan.''


Hilberînerek jî heye ku di salên borî de di festîvala zebeşan de ketiye dereceyê û xelatan bidestxistiye. Ew hêvî dike ku ji festîvalê îsal jî bi serkeftî derkeve.


ji aliyê xwe Mehemed Kaya got: ''Em ji salên 1980'an vir ve ji festîvala zebeşan 6 caran bi serkeftî derketin. Di sala 1980'an zebeşa me 28 kêlo bû û em di festîvalê de bûn yekemîn. Hin caran jî em bi zebeşên 48 û 49 kêloyan ketin dereceyê û me xelatan stand.''


Hilberînerên zebeşan dibêjin her zebeş delalekî li ber dilê wan e. Ji ber ku ew kedekî mezin didin zebeşan û dixwazin di festîvalê de bikevin dereceyê û xelatekî bistînin. Da ku keda wan bigihije armanca xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst