Ehmed Tirk: 1ê îlonê ezmûneke

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û endamê komîteya amadekar ê Kongreya Netewî ya Kurd Ehmed Tirk diyar kir ku 1ê îlonê ezmûneke û em dixwazin samîmiyeta dewleta Tirk a ji bo pêvajoya aştiyê bizanin.

Hevserokê KCDê Ehmed Tirk ji Rûdawê re axivî û derbarê dîroka 1ê îlonê de wiha got: “Ji bo kurdan 1ê îlonê dîrokekî giring e. Yanî wê demê dewleta Tirkiyê wê carekî din kurdan bixapîne yan jî tiştên gelê kurd dixwaze, wê bênin cih. Ev silavek û wekî ezmûnekê ye.”

Ehmed Tirk destnîşan kir ku di rojekê de projeya aştiyê xirab nabe, lê wê niyeta dewleta Tirk derbikeve holê.

Hevserokê KCDê wiha got: “Em kurd dixwazin dewlet û hikûmeta Tirk ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd çend samîmiye. Em dixwazin vê yekê bizanin. 1ê îlon û 1ê cotmehê ji bo kurdan dîrokek ji bo samîmiyeta dewleta Tirk e.”

Hevserokê KCDê Ehmed Tirk wiha dawî li axaftina xwe anî: “Nêzîkbûna dewleta Tirk li pirsgirêka kurd derkeve holê, ji bo vê yekê ji me re giring e. Bi baweriya min ev nayê wê wateyê ku her tişt qediya.”