Koln (Rûdaw) - Daxwaza sîxurkirina Kurdekî vê carê li Swîsreyê kete rojevê û bû sedema rexnekirina dezgeha îstixbarata wî welatî û lêkolînkriina bûyerê. Kurdê ku dozgeriyê heta niha sê caran doz ji ber têkiliya wî ya bi rêxistina îslamî ya tundrew Ensar el-Islam lê vekiriye, îdia dike ku gellek caran ji bo ku bibe sîxur zext lê hatine kirin.
Serdana Norweçê ya Kurdê bi navê K.T. yê ji Başûrê Kurdistanê ji çavê rêxistina îstixbaratî ya Swîsreyê nereviyabû. Çûna wî ya Norweçê ne serdaneke ji rêzê bû. K.T. hevdîtinek bi serokê rêxistina îslamî ya tundrew Ensar el-Îslam, Melle Kirêkar, re pêkanîbû. Kurdê ku wî wextî xwendekarê zanîngehê bû û ligel hevjîn û du zarokên xwe li Baselê dijiya, piştî serdana Mele Kirêkar di îfadeyeke xwe de got ku wî ji bo xwestina keçeke xizma Melle Kirêkar ji bo hevalekî xwe serdana Melle Kirêkar kiriye.
K.T., ku demek dirêj li wî û li parêzera wî hatibû qedexekirin ku derbarê dozê de bi kesekî re biaxivin, li pêşberî komisyoneke lêkolînê ya parlementoya Swîsreyê îdia kir ku rêxistina sîxirûya navxweyî ya wê demê aktîv ya Swîsreyê DAPê ji wî xwestiye ku ji ber van têkiliyên wî ew bi wan re kar bike.
Bi hênceta kontrola nasnameyê girtin
K.T. di 4ê Îlona 2007ê de li bajarê Bernê wê trêna xwe biguherta. Mala wî li Baselê bû û ew bi trênê ji wir dihat. Bi trênguhertina li Bernê jî ewê biçûya zanîngeha bajarê Freiburgê ku lê beşa rojnamegeriyê dixwend. Temenê wî wê demê 29 sal bûn û 10 sal bûn ku ew li Swîsreyê weke penaber dijiya. Lê vê carê ezmûna wî ya zanîgehê hebû û qet ne li benda çîrokeke ku wê salan wî mijûl bike bû.
Dema wî xwest trêna xwe biguhere, du polîs nêzîkî wî bûn û jê xwestin ku ew nasnameya xwe radestî wan bike. Lê belê polîsan îdia kir ku sîstema komputera wan naxebite û ji wê yekê divê ew bide dûv wan. Piştre jî li qereqola polîsan ya li rawestgeha trênê ew kirin odeyeke biçûk. Ji wir jî ew birin odeya îfadegirtinê. Di odeya bêpencere de tenê maseyek, kursiyek û telefonek hebûn. Dûre du kes hatin hundir û jê xwestin ku ew agahdariyan derbarê Mella Kirêker û derdora wî de bide wan. Ev daxwaza wan ne bi tesadûfî bû. Wî beriya çend mehekî li Norwêçê serdana Melle Kirêkar kiribû.
Dixwestin ji têkiliyên wî û Ensal el-Îslam sûdê wergirin
Sîxurên ku xwe wekî karkerên DAPê bi K.T. dan nasîn, jê pirsên wekî ka çima ew beşa rojnamegeriyê dixwîne, çi agahdariyên wî derbarê partiyên Kurdan de hene û rewşa Başûrê Kurdistanê kirin. Piştî ewqas pirs, jê daxwaz hate kirin ku ew wekî sîxurekî ligel DAPê kar bike, lê belê wî ev erê nekir.
DAP di sala 2010ê de bi rêxistina swîsrî ya sîxûrî ji bo derveyî welêt SND bû yek û navê wan bi hev re bû Saziya Agahdarîstendinê ya Federal (NDB).
Li gor îfadeya ku K.T. di Gulana 2008ê de dayî Lijneya Çavdêriya Ewlekariya Welêt ya Parlamentoya Swîsreyê (GPDel), herdu kesan ku yekî ji wan xwe wekî “Johann“ daye danasîn, du carên din jî li rawestgeha Bernê pêşiya wî girtine. Herwiha Johann herdem wekî polîsê baş pê re danûstandin kiriye û sîxûrê din jî rola xirab girtiye ser xwe. Dîsa K.T. di heman îfadeyê de diyar kiribû ku heman sîxurî jê re gotiye ku eger ew bi wan re kar neke, ewê wî bikin girtîgehê, nehêlin malbata xwe bibîne û ewê were dersînorkirin.
Piştî hevkarî erê nekir hate girtin
Piştî van tehdîtan ew di 11ê Mijdara 2008ê de hate girtin û 13 mehan di girtîgehê de ma.
Li gor rojnameya swîsreyî Tages Anzeiger, ev daxwaza sîxuriyê ku ji K.T. hatî kirin, di warê qanûnî de ne rewa ye û niha serê dezgeha NDB diêşîne.
Ji ber ku di heman dema ku jê dihat xwestin ku bibe sîxur, serdozgeriya Swîsreyê derbarê wî de û alîgiriya wî ya ji bo Ensar el-Îslam de lêkolîn dikirin û doz li hemberî wî vekiribû. K. T. bi avakirin û rêveberiya “rêxistineke nû ya teroristî ya nehênî“ tê tewanbarkirin. Lê dozgeriya federal ya swîsreyî jî nikarîbû van îdiayên xwe îspat bike û dadgehê du caran dozname ji bo karliserkirinê ji dozgeriya federal re şûnde şand. Lê dozgeriya federal heta niha jî di nav hewldana îsbatkirina wê yekê de ye ku K. T. û birayê wî 10 salan jê biçûktir bi rêya “malperên înternetê yên meyldarên selefiyan-cîhadiyan“ hewl dana ku kesên tundrew li derdora xwe kom bikin.
Profesorê yasayê li zanîngeha Baselê, Markus Schefer, derbarê vê hewldana sîxûran de dide diyarkirin ku li gor yasayê rêxistinên sîxurî nikarin kesekî tehdît bikin, ango bi zextan hewl bidin ku sîxurên nû ji xwe re peyda bikin. Berdevkê NDB, Felix Endrich, jî li ser pirsên heman rojnameyê îdia kir ku îfadeyên K.T. ji rastiyê dûr in û rêxistina wî tehdît û zextan ji bo hevkariyê li ti kesî nake.
Dengê tomarkirî îdiayên K.T piştrast dikin
Lê belê dengê tomarkirî yê pêşîgirtina cara çaremîn ya sîxûran ya K.T. heye. Di dawiya Cotmeha 2007ê de heman sîxuran li heman rawestgeha trênê pêşiya K.T. girtibûn. Ji vê tomarê jî diyar dibe ku herdu sîxur zêde ligel K.T. ve dimînin û dixwazin ew daxwaza wan ya sîxurtiyê erê bike. Dûre jî “Johann“ hejmara telefonekê dide K.T. û dibêjiyê dema ew bixwaze, dikare telefonî wî bike. Li ser vê yekê K.T. serî li parêzerekî dide. Parêzer bi heman hejmarê telefonî Johann dike û daxwaz dike ku ew bi awayekî fermî K.T. dawet bikin. Piştî vê telefonê êdî deng ji herdu sîxuran nayê. Herwiha piştî vê telefondayinê bi mehek û nîvê dozgeriyê doz li dijî K.T. vekir. Piştî vê yekê jî, di 11ê Mijdara 2008ê de, polîsan bi ser mala K.T. ya li Baselê de girtin û ew kirin bin çavan. Li gor parêzera K.T. û birêvebira wê demê ya Hiqûqnasên Domokrat ên Swîsreyê, Catherine Weber, eger K.T. daxwaza sîxurtiyê erê bikira, wê doz li wî nehatiba vekirin û nehatiba girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse