Li Silêmaniyê piştevanî bo Rojava li Hewlêrê jî piştevanî bo Îxwan hat kirin

 

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê xwepêşandanek bo piştevaniya kurdên rojavayê Kurdistanê hat sazkirin lê li Hewlêrê xwepêşandan bo piştevaniya tevgera Îxwan Muslimîn a Misrê hat lidarxistin.

Îro (17.08.2013) li bajarê Silêmaniyê xwepêşandanek ji aliyê Koma Alîkariya Kurdên Rojava ve bo piştevaniya kurdên rojavayê Kurdistanê hat sazkirin.

Xwepêşandan li kolana Salim a bajêr hat sazkirin û paşê çalakvan çûn ber ofîsa parlamentoyê û daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de ku bang li parlamentoya Kurdistanê, hêzên siyasî û saziyên sivîl ên başûrê Kurdistanê û yên navdewletî tê kirin, hat diyarkirin ku gelê kurd li rojavayê Kurdistanê ji ber dorpêça navdewletî û herêmî ketine rewşek zehmet û eger wiha bidome dê karesata mirovî bi xwe re bibîne.

Piştî daxuyaniyê, çalakvan û xwepêşanderan dirûşên yekbûna xaka Kurdistanê û yekrêziya aliyên siyasî yên kurd avêtin.

Her wiha hinek parlamenterên ku ser bi fraksyonên cuda yên parlamentoyê bûn, soz dan çalakvanan ku daxwaziyên wan bigihînin serokatiya parlamentoya Kurdistanê.

Ji aliyekî din, îro li bajarê Hewlêrê jî partiyên îslamî yên başûr li parka Şaneder kombûnek li dijî bûyerên ku li Misrê diqewimin saz kirin û piştevaniya xwe bo rêxistina îslamî ya Îxwan Muslimîn û serokomarê berê yê Misrê Mihemed Mûrsî anîn ziman.

Di kombûnê de sekreterê giştî yê yekitiya zanayên îslamî yên cîhanê dr. Elî Qeredaxî, sekreterê giştî yê yekgirtûya îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ferec, sekreterê giştî yê komela îslamî ya Kurdistanê Elî Bapîr û hejmarek mezin welatî beşdar bûn.


Hewlêr- Partiyên îslamî piştevaniya Îxwan kirin