AMED- Cotkar zeviyan cot nakin: 'Em dê dev ji vî karî berdin'

2 demjimêr berê
Abdulselam Akinci
Zevıyên vala yên cotkarên Amedê \ Wêne: Rûdaw
Zevıyên vala yên cotkarên Amedê \ Wêne: Rûdaw
Nîşan Cotkarî Amed TEDAŞ Birîna Elektrîkê Bihayê Elektrîkê
A+ A-

AMED (Rûdaw) – Bihayê elektirîka ku ji bo avdaniya çandiniyê tê bikaranîn, ji sedî 30 hat zêdekirin. Cotkaran ji ber tirsa xisarê dev ji çandina berhemê duyem berdane û bi hezaran zevî vala mane.

Li bajarên wekî Amed, Mêrdîn, Riha, Dîlok û Êlih, piştî çandiniya ewil, her sal berhemekî duyem jî tê çandin.

Îsal ji ber ku bihayê elektirîka avdaniya çandiniyê di 1ê Tîrmehê de ji sedî 30 hat zêdekirin, cotkarên van bajaran îsal dev jî çandina berhemê duyem berdane.

Cotkar dibêjin eger çareyek ji enflasyona çandiniyê re neye dîtin, ew dê nikaribin berhema yekemîn jî biçînin û dibe ku gelek ji wan dev ji vî karî berdin.

 Saziya sazkirina bazara enerjiyê EPDKyê nirxê elektirîka avdaniyê ji 1ê Tîrmehê derbasdar ji sedî 30 zêdekirin û cotkaran jî dev ji çandina berhemên duyemîn berdan.

Li gundê Şêxkendê yê Amedê Hecî Zafer cotkariyê dike.

Hecî Zefer debra ewil hildaye ji tirsa deyn û mesrefan û ji metirsiya ku dê bikeve xisarê careke din deste wî neçûyê ku wekî berhemek duyemîn garis, pembo an jî berhemek din biçîne û erdê xwe vala hiştiye.

Hecî Zafer Îskenderoglû beha rewşa cotkaran kir û wiha got:

Sedema min erde xwe vala hîştiye, heqê ceyranê û mesrefên din jî mazot e, gubre ye, li me bûye 2-3 qat em nikarin xwe derxin ji bin wî barî.Em boş dişixulin, bi ser de em zererê dikin.”

Cotkaran berhemên duyem neçandine

Li gorî amarên nûnerên cotkaran û odeyên çandiniyê yên bajarên wekî  Dîlok, Amed, Mêrdîn, Batman û Ruhayê ji ber enflasyona zêde ya giştî mesrefên çandiniyê û zêdebûna bihayê elektirîka avdaniyê ji sedî 60ê cotkaran berhemên xwe yê duyem neçandine.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi hezaran donim zeviyên cotkaran vala mane.

Li bajarê Amedê ku ji sedî 50 çandiniya avî lê tê kirin cotkar dixwazin biryara zêdekirina bihayê elektrîka çandiniyê bipaş de bê vekişandin.

“Em dev ji cotkariyê berdidin”

Li gorî gotina Cotkarê bi navê Şêxmûs Çap berê ji sedî 30-35 teşwîqa elektirî hebû lê dewletê ew jî rakiriye û ji ber elektirîk pir zêde giran bûye ti cotkarek nikare çandiniya duyem bike.

Cotkarê bi navê Hemze Ozateş jî wiha behsa rewşa cotkariyê kir:

“Ji xwe ji ber mesref zêde bûne ez nikarim vê îşî bikim. Ez bi xwe êdî dev ji erdan berdidim.Teqez dev jê berdidim. Em ewqas ji vî îşê hiz jî dikin lê êdî em nikarin bikin.

Li aliyê din pisporên çandiniyê dibêjin bi zema elektirîkê re berhemanîn dê bi rêjeyeke zêde kêm bibe û ew jî dê bibe sedema enflasyonek zêde ya xwarinê.

“Dê krîza gidayê derkeve”

Endezyarê Çandiniyê Haşim Temîz bal kişand ser rewşa çandiniyê û wiha got:

“3- 4 sal berê mesref yek bû lê em bejin îro bûye 4 lê bele fiyetên berhemên cotkaran hêj wekî yê 4 sal berê ye. Sibê dê berhemanîn kêm bibe dê krîza gidayê jî dest pê bike.”

Îro dibe ku em ji derva genim distînin êê em nikarin jiyana xwe bi genim tene derbas bikin, garis jî, ji me re lazim e, pembû jî ji me re lazim e, sebze jî lazim e.

Li gorî rapora saziya dabeşkirina elektirî a Tirkiyeyê (TEDAŞ) a 2023an rêjeya elekrîka di avdaniya çandiniyê tê bikaranîn li asta Tirkiyeyê tene ji sedî  4,7 e.

Tevî vê yekê TEDSAŞ elektrîkê bi bihayekî zêde dide cotkaran.

Li aliyê din dema ku pêwîstiya berheman bi avê heye rojane bi saetan elektirîk li ser cotkaran tê qutkirin û zerereke mezin digîhîje berhemên cotkaran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst