Li Tirkiyeyê çend koçberên ji Sûriyeyê hene?

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Penaberên Sûriyeyî Umît Ozdag Serokatiya Îdareya Koç û Koçberan a Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Îdareya Koç û Koçberan a Tirkiyeyê ragihand ku desthilata wan ya pêdana mafê welatînamayê bi penaberan û biyaniyan nîne.

Piştî ku Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag eşkere kirib, Serokatiya Îdareya Koç û Koçberan, bi dilê xwe welatînamayê dide penaberên ji Sûriyeyê û niha li Tirkiyê 13 milyon biyanî hene ku 5 milyon ji wan ji Sûriyeyê ne.

Li ser vê yekê, Serokatiya Îdareya Koç û Koçberan a Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê li Tirkiyeyê bi giştî 3 milyon û 109 hezar û 867 koçberên ji Sûriyeyê hene ku statuya wan a parastina demkî ye.

Herwiha li Tirkiyeyê milyonek û 111 hezar û 176 welatiyên biyanî jî hene ku mafê niştecihbûnê yanî nişînê wergirtine.

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin ku li 63 bajarên Tirkiyeyê, Xalên Koçê yên Mobîl hatine danîn û koçberên neyasayî li wan navendan tên şopandin.

Serokatiya Îdareya Koç û Koçberan a Tirkiyeyê daye zanîn ku saziya wan mafê welatîbûnê nade koçberan û desthilata wan jî nîne ku bidin, ew tenê kar û barên îdarî yên biyaniyan birêve dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst