Operasyonên Tirkiyeyê berdewam dikin: Gund yek bi yek tên valakirin

2 demjimêr berê
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Nîşan Gundê Mîskayê Valakirina Gundan Artêşa Tirkiyeyê PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber ber operasyonên Tirkiyeyê xelkê gundê Mîskayê mal û mikên xwe li pey xwe hiştine û gund valakirine.

Zêdetirî mehekê ye artêşa Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê li hemberê gerîlayên PKKyê operasyoneke berfireh daye destpêkirin.

Ji ber operasyon û bombebaranên vê dawiyê yên artêşa Tirkiyeyê bi sedan gund hatine valakirin an jî di bin metirsiya valakirinê de ne.

Yek ji wan gundên ku hatine valakirin jî gundê Mîskayê yê devera Berwarî Balayê ye.

Xelîl Elî ji gundê Mîskayê ye û ev 10 roj in ji tirsa topbaran û bombebaranan mecbûr maye ji gund derkeve.

Wî çend caran hewl dabe here gund jî ber topbaran û bomberanan nikaribiye vegere gundê xwe.

Di wan bombebaranan de wekî yên hemû gundiya rez û zeviyên wî jî şewitine.

“Em nikarin herin gund”

Cotkarê bi navê Xelîl Elî wiha anî ziman, “Em ên ku li Mîskayê bûn, me zanî ku nexweşî çêbû.

Me zeviyên xwe av dan û em ji wê derê hatin. Ev 2-3 caran ez hatim lê min nikaribû ku ez herim gund.

Pîvazên me hene, kunciyên me hene, bacanên me hene, darên me yên hilûkan hene em nikarin herin wan av bidin.”

Gundê Mîskayê bi sêv, tirî gelek berhemên xwe yên din navdar e.

Beriya operasyonên artêşa Tirkiyeyê 13 malbat di gund de dijiya.

“Zeviyên gund hemû şewitîn”

Cotkarê bi navê Dîndar Zubêr got, “Bi taybetî zeviyên gund hemû şewitîn ti tiştek nemaye.

Hinek cihên mabin jî der li derveyî gund in. Îhtîmal heye ku hinek xanî jî hilweşiya bin.

Milkên ti kesî neman. Xelk bi giştî zerer dibîne, em nizanin em dê çi bikin.”

Li gorî gotna muxtarê gundê Mîskayê, ji egerê şerê navbera gerîlayên PKKyê û artêşa Tirkiyeyê nêzîkî 4 hezar darên gundê wan hatîne şewitandin.

Ji ber metirsiya li ser jiyana wan rê bi wan nayê dayîn herin gundê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst