Erdogan: Çekên NATOyê di destê PKKyê de ne

Hewlêr (Rûdaw)- Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna kabîneya welatê xwe diyar kir ku ew çekên ku endamên NATOyê bi zehmet didin Tirkiyeyê li cem PKKyê hene.

Doh Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna kabîneya welatê xwe gotarek pêşkêş kir.

Erdogan behsa şerê PKKyê kir û eşkere kir ku ew çekên ku bi zehmet teslîmî welatî wî tên kirin li şikeftên PKKyê tên dîtin.

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe jî de eşkere kir ku bi hezaran barhilgirên tije çek YPGyê re tên şandin.

“Em çekên ji YPGyê re tên şandin hesab nakin”

Erdogan amaje bi Lûtkeya NATOyê jî kir û wiha got, “Ev bi rihê hevpeymaniya me û NATOyê nagunc e.

Ew çekên ku hevpeymanên me bi hezar nazan didin welatê me li ser rêxistinên terorê derdikevin.

Lûtkeya Serokan a NATOyê rola Tirkiyê ya di NATOyê de careke din piştrast kir.

Di vê lûtkeya dîrokî de di serî de pîşesaziya berevaniyê û rûbirûbûna terorê, me bendewariyên xwe yên ji hevpeymanên xwe anîn ziman.

Em hîn jî gelek ji wê hevkariya ku em dixwazin dûr in. Ew çekên ku hevpeymanên me bi hezar nazan didin welatê me li ser rêxistinên terorê derdikevin.

Em wan bi hezaran barhilgirên çek û cebilxaneya ji baskê PKKyê ya li Sûriyeyê ji YPGyê re di bin navê rûbirûbûna DAIŞê re hatine şandin hesab jî nakin."