TUÎK: Firotina xaniyan di Hezîranê de ji sedî 5,2 kêm bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihand ku li Tirkiyeyê di meha Hezîrana îsal de li gorî heman meha sala borî rêjeya firotina xaniyan ji sedî 5,2 kêm bûye.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) amarên firotina avahiyan ên meha Hezîrana 2024an eşkere kirin.

Li gorî TUIKê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha Hezîranê li gor heman meha sala borî firotina xaniyan ji sedê 5,2 kêm bûye û 79 hezar û 313 xanî hatine firotin.

Îsal 545 hezar û 74 xanî hatine firotin

Herwiha firotinên di navbera mehên Kanûna Paşîn û Hezîrana 2024an de jî li gorî heman dema sala 2023yan ji sedî 3,7 kêm bûye û 545 hezar û 74 xanî hatine firotin.

Di Hezîranê de herî zêde li parêzgehên Stenbol, Enqere û Îzmîrê yên Tirkiyeyê hatine firotin.

Herwiha herî kêm jî li parêzgehên Erdexan, Colemerg û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê û Bayburta Tirkiyeyê xanî hatine firotin.

Parêzgehên herî zêde xanî lê hatine firotin:

Stenbol: 13 hezar û 25 xanî

Enqere: 6 hezar û 866 xanî

Îzmîr: 4 hezar û 361 xanî

Parêzgehên herî kêm xanî lê hatine firotin:

Erdexan: 34 xanî

Colemêrg: 40 xanî

Dêrsim: 44 xanî

Bayburt: 44 xanî