Silêmanî - Gundekî Pênciwînê hat bombebarankirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pênciwîn Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gundekî nahiyeya Nalparêzê yê navçeya Pênciwînê ya Silêmaniya bi dronê hat bombebarankirin.

Birêveberê nahiyeya Nalparêzê Hêmin Îbrahîm li ser bombebaranê ji Rûdawê re axivî.

Hêmin Îbrahîm ragihand ku gundê Badaneyê îro sibeha saet deroda 07:00an de bi dironê hat bombebarankirin.

Hêmin Îbrahîm diyar kir cihê ku hati bombebarankirin ti kes lê najî û “ti ziyaneke canî çênebûye.”

Herwiha Hêmin Îbrahîm da zanîn ku di encama bombebaranê de agir bi derdora gund ketiye û agir ji aliyê gundiyan ve hatiye kontrolkirin.

Heta niha nayê zanîn bombebaran ji aliyl kê ve hatiyê kirin lê di demên dawî artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKyê wê derê çend caran bombebaran kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst