Li Colemêrgê Medreseya Zeynel Begê ya 464 salî tê nûkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Medreseya Zeynel Begê ya ku berî 464 salan li Colemêrgê hatiye avakirin tê nûkirin.

Xirbeyên medreseya ku di sala 1560î de li Taxa Bîçerê ji aliyê Begê Colemêrgê Zeynel Beg ve hatiye çêkirin di sala 1998an de bi saya lêkolînan hat dîtin.

Di sala 2005an de bi xebatên vekolan û paqijiyê medrese derket holê.

Di medreseyê de hewşeke kevir, eywanek, 8 ode û gora Zeynel Beg heye.

Ji bo ku medrese bigihêje rûmeta xwe ya berê û bibe cihê turîzmê xebat hatin destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê, Walîtî û Îdareya Taybet a Bajêr xebatên nûkirinê hatin destpêkirin.

Ekîb hewl didin medreseyê li gorî bingeh û eslê wê ya dîrokî ji nû ve ava bikin.

Parêzfarê Colemêrgê Alî Çelîk der heqê xebatên nûkirina Medreseya Zeynel Begê de got:

"Armanca me ew e ku em şopên rabirdûyê û mîrata mezinên xwe bigihînin dahatûyê.

Ji bo me girîng e ku mekanên dîrokî bên nûkirin û ji bo turîzmê bên bikaranîn."