Masîgiran got ‘Bismillah’ û torên xwe avêtin Gola Wanê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Masîkefal Gola Wanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wanê piştî ku qedexeya girtina ya masiyên masiyên kefalê bi dawî bû, masîgiran got "Bismillah" û bi keştiyên xwe derketin Gola Wanê.

Masiyên kefalê yên li Gola Wanê cureyekî endemîk in û di navbera 15ê Nîsanê û 15ê Tîrmehê de koçî avên şirîn dikin.

Ji bo ku masî bên parastin di navbera van mehan de girtina wan qedexe ye.

Qedexeya girtinê çawa ku bi dawî bû masîgirên li navçeyên Artemêtan, Tuşba, Westan, Bêgir û Erdîşê û yên Wanê yên li navçeyên Xelat, Elcewaz û Tetwana Bedlîsê serê sibê torên xwe avêtin Gola Wanê.

Masîgir deê heta 15ê Nîsanê karibin masiyan bigirin.

15 hezar kes debara xwe ji masî kefalan dikin

Rêvebirê Şaxa Masîvanî û Berên Avê ya Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Bajêr Muhammet Demîr ji got:

"15 hezar kes debara xwe ji maîs kefalan dikin. 15 milyon dolar alîkariya wê digihêje bajarê me.

Di vê demsalê da 79 keştî ji bo ku torên xwe bavêjin wê derkevin golê."

Masîgir Atîlla Dagdelen jî got ji ber ku heyama masîgiriyê dest pê kiriye ew derketine masiyan û li bendê ne ku îsal bi bereket be.

Mehmet Şeydayê 15 sal e masîgiriyê dike jî anî ziman ku ew kêfxweş in ku diçin girtina masiyan û ev heyam li ser xêrê be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst