Li Dîlokê qeza: Kesek mir û 6 kes jî birîndar bûn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Dîlok Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nurdaxê ya parêzgeha Dîloka Bakurê Kurdistanê di qezaya trafîkê de kesekî canê xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar  bûn.

Li gorî zanyariyan, îro li ser rêya sereke ya Dîlok-Mersîn-Edenê li sînorê navçeya Nurdaxê ya Dîlokê 5 barhilgir û 2 kamyonet li hev qelibîn.

Du qezayê de şofêrê barhilgrekê A.D. li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên li Nurdax û Dîlokê.

Ji ber qezaya trafîkê demekê rê ji çûnûhatinê re hat girtin û li ser rê doreke dirêj a otomobîl û barhilgiran çêbû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst