Li Erziromê lehî rabû: Ajel, otomobîl û traktor li ber avê çûn

Hewlêr (Rûdaw) - Vê havînê, baran û lehî û bahoz li Bakurê Kurdistanê ranewestiya ne. Ev çend roj in pêleke dijwar a baranê çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê girtiye.

Li hinek deveran bi taybetî li parêzgeha Erziromê lehî rabû û ziyan gihande welatiyan.

 Xelkê gundê Pelîtlî yê ser bi navçeya Hesenkelehê ve li Erziromê di kêliya dawî de derketin û bi zorê canê xwe rizgar kirin.

 Di lehiyê de ti zirarên canî nebûn lê 45 xanî, axûr û kadînên gundiyan di nav avê de man û beşek ji wan hilweşiyane. 

Her wiha hejmarek otomobîl, traktor û ajelên gundiyan jî li ber lehiyê çûne û zirareke zêde ya darayî gihîştiye xelkê gund.

“50 xanî rûxiyan”

 Muxtarê Gund ê bi navê Mustafa Kotan li ser lehiyê wiha got:

“Rewş li holê ye  derdora 50  xanî, axûr û kadînên me bi temamî di nav avê de man. Welatî mexdûr in. Av gelek bilez hatiye vê derê.

Welatiyan bi zorê canê xwe rizgarkirine. Hinekan di kêliya dawî de kesûkarên xwe ji malan derxistine. Ji ber ku ji nişkekê ve di nav avê de mane.”

Piştî baraneke  zêde rûbarê gund ku çavkaniya wî ji zozanan  tê û di nav gund re diherike  bi ser de çû.

Dar û kevirên mezin bixwe re anîn û malên li kêleka rûbar di nav avê de man.

Xelkê gund di kêliya dawî de derketin û  bi zorê canê xwe rizgarkirin.

“Zerera canî çênebû”

Şêniyê gund ê bi navê Metîz Ozdurak jî wiha got:

“Dema me zanî ku em nikarin ji derî derkevin, em di bexçeyê paşê re derketin û derketin ser rê ku av nedigihişt wê derê. 

Av ji nişkekê ve  zêde bû. Hinekan digot erdhej e. Min got erdheja çi ma hûn wan kevirên ku tên nabînîn.

Jixwe dema ew kevir hatin piraniya van xaniyan ji axê bûn û zerer gihişt wan.

 Li xwarê 2 xanî hebûn û herdû jî yên apê min bûn.

Keça apê min di xanî de bû û wê jî dema dît ku nikare ji derî derkeve ligel neviyek xwe xwe ji pencereyê avêtin xwarê û reviyan. Rizgarbûna wê mucîzeyek bû.”

Parêzgarê Erziromê piştî lehiyê serdana gund kir û ragihand di lehiyê de ti zererên canî nebûn lê 45 xanî, axûr û kadînên gundiyan di nav avê de mane û beşek ji wan hilweşiyane. 

Her wiha eşkere kir ku hejmarek otomobîl, traktor û ajelên gundiyan jî li ber lehiyê çûne û zerereke zêde ya maddî gihiştiye xelkê gund.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê roja Sêşemê 16ê Temûza 2024an jî bo parêzgehên Erzirom, Qers û Erdexanê dûbare hişyariya lehiyê da.