Li Erziromê gumanbarekî DAIŞê hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyoneke ku navenda wê li Erzirom hat kirin de, li du parêzgehan 3 kes bi gumana DAIŞê hatin desteserkirin û kesek ji wan bi biryara dadgehê hat girtin.

Li gorî zanyariyan îro hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê navenda wê Erzirom operasyonek kir.

Hêzên ewlehiyê di çarçoveya operasyonê de li Erzirom û Hatayê  bi ser çend navnîşanan de girtin.

3 gumanbarên DAIŞê bi îdîaya ku xwe ji bo çalakiyan amade dikin hatin desteserkirin .

Gumanbarê bi navê F.A. piştî karûbarên îfadeyê yên li Rêveberiya Ewlehiyê hat berdan.

Hêzên ewlehiyê her du gumanbarên din H.B. û A.T piştî karûbarên îfadeyê veguhastin dadgehê.

A.T. bi biryara dadgehê hat girtin û H.B. jî bi mercê kontrola dadî hat berdan.