Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyoneke ku navenda wê li Erzirom hat kirin de, li du parêzgehan 3 kes bi gumana DAIŞê hatin desteserkirin û kesek ji wan bi biryara dadgehê hat girtin.
Li gorî zanyariyan îro hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê navenda wê Erzirom operasyonek kir.
Hêzên ewlehiyê di çarçoveya operasyonê de li Erzirom û Hatayê bi ser çend navnîşanan de girtin.
3 gumanbarên DAIŞê bi îdîaya ku xwe ji bo çalakiyan amade dikin hatin desteserkirin .
Gumanbarê bi navê F.A. piştî karûbarên îfadeyê yên li Rêveberiya Ewlehiyê hat berdan.
Hêzên ewlehiyê her du gumanbarên din H.B. û A.T piştî karûbarên îfadeyê veguhastin dadgehê.
A.T. bi biryara dadgehê hat girtin û H.B. jî bi mercê kontrola dadî hat berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse