AMED- Ji ta heta derziyê her tişt biha bûye: Xelk perîşan e

2 demjimêr berê
RÛDAW
Maşallah Dekak li bazara Amedê ye \ Wêne: Rûdaw
Maşallah Dekak li bazara Amedê ye \ Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Enflasyon Mûçeya Herî Kêm Krîza Aborî
A+ A-

Amed (Hewlêr) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyona zêde û di encama wê de giraniya ku li nava bazarê çêdibe, barekî giran dide ser milê wan kesên ku dahata wan kêm e.

Li bazarê ji ta heta derziyê her tişt biha bûye û xelk niha bi hesrata rojên berê dijîn.

 Piraniya xelkê bi mûçeyê herî kêm debara xwe dike û kirêya xaniyekî asayî ji mûçeyê herî kêm zêdetir bûye.

Sala 2020an karkerek bi mûçeyê herî kêm dikaribû 77 kebaban bikire lê belê li gorî 4 sal berê li ser asta dolar jî mûçeyê herî kêm zêdetir bûye.

Niha karkerek encex dikare 53 kebaban bikire yanî 24 kebabên karkerekî heliyane.

“Kebabek bûye 320 lîre”

Midûrê Xwaringehê Zemîn Guler  li ser bihayê kebab û kezebê wiha got:

“Ev kezeba me ye, ev jî kebaba me ye. Li vir çar sal berê ev kezeba me 30 lîre bû, kebaba me jî çar sal berê 30 lîre bû lê niha ev kezeb û ev kebab 320 lîre ne.”

Di her warê jiyanê de giranî li ser giraniyê hatiye û ev bar ketiye ser stûyê kesên kêm dahat.

Li gorî şêniya bi navê Sevgî Çakanê rewş qet nebaş e. Ti kes nikare debara xwe bike. Debar nabe. Ew nikarin debara xwe bikin.

Li aliyê din Silêmanê berber jî di wê baweriyê de ye feqîr tam feqîr û zengîn jî tam zengîn bûne. Rewş gelek xirab e.

 Yek ji mesrefa ku bûye derdê ser derdan jî kirêya xaniyan e.

Li Amedê kirêya herî kêm a xaniyekî ji 12 hezar lîreyî dest pê dike û heta 30 hezar lîre jî diçe. 

Ango ji 375 dolaran dest pê dike û heta 950 dolarî de ye.

“Kirêcî perîşan in”

Welatiyê bi navê Zekî jî di wê baweriyê de ye halê kirêciyan nebaş e û wiha got:

“Halê kirêciyan perîşanî ye. Ka ez ji te dipirsim dê çawa be? Ez ji te dipirsim ka dê çawa be? Bersivê tu bide. “

Li gorî gotina Sevgî Çakanê halê kirêciyan baş nîne û ew niha 22 hezar lîre kirê didin.

Bandora krîza aborî li ser bihayên fêkiyan jî bûye.  Xelk êdî nema dikarin fêkî û sebzeyan bistînin.

“Standina fêkî û sebze luks e”

Elîf Çakanê li ser bihayê sebze û fêkiyan wiha got:

“Pir bûha ye. Berê xiyar 3 kîlo bi lîreyekî bû niha kîlo bûye 40 lîre. 

Em nikarin bikirin. Îsot jî, balîcan jî eynî ye. Fêkî ji xwe êdî bûye luks.

Em niha nikarin bixwin. Berê zivistanê buha bû û havînê erzan dibû lê niha havîn û zivistan buha ye.

Berê me havînê serbest dixwar, me hişk dikir lê niha em nikarin havînê jî bikirin.”

Sedema herî berbiçav a giraniyê helbet zêdebûna mesrefên veguhestinê ne. 

Ji bo vê yekê pèwist nake hûn mesrefên kargeheke mezin a veguhestinê hesap bikin.

Ji heqê siwarbûna texsiyek jî  hûn dikarin vê rastiyê bibînin.

“Em ji bo mazotê dixeibitin”

Samed Piling jî texsîvaniyê dike. Samed ji zêdebûna bihayê sotemeniyê gazinan dike û wiha diaxive:

“Beriya 3 salan cihê herî kêm bi 20 lîreyî bû, paşê dema pandemiyê bû 60 lîre.

Niha jî 90 lîre ye. Em ji bo mazotê dixebitin. Tenê em zikê xwe têr dikin.

Niha sotemenî 7-8 lîre ye. Em ti tiştekî qezenc nakin.

Ez bi xwe xwediyê vê texsiyê me, plaqe jî ya min e lê bû 3 sal in em tenê zikê xwe têr dikin û em nikarin qet pereyan top bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst