Şaredariya Curnê Reş tabelayên Kurdî daliqandin

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya navçeya Curnê Reş a Parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê li deriyê ketin û derketina navçeyê, tabelayên Kurdî daliqandin.

Şaredariya Curnê Reş a Rihayê, di hilbijartinên dûbare yên 2ê Hezîrana îsal de careke din ket destê DEM Partiyê.

Doh tabelayên bi zimanê Kurdî li deriyê ketin û derketina navçeyê û bi avahiya şaredariyê ve hatin daliqandin.  

Li ser tabelaya deriyê ketina navçeyê "Hûn bi xêr hatin Curnê Reş" û li ser tabelaya derketina ji navçeyê jî "Oxir be" bi zimanên Kurdî û Tirkî hatine nivîsîn.

Li ser avahiya Şaredariyê jî  "Şaredariya Curnê Reş" hatiye nivîsîn.