Li Semsûrê qeza: Miriyek, 3 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêsniyê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de kesek mir 3 kes jî birîndar bûn.

Berê sibeha îro, li xaçerêya Bêsniyê barhilgir û otomobîlek li hev qelibîn.

Di qezayê de 4 kesên di nav otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên tendirûstî, AFAD û parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.

Birîndarên ku di nav otomobîlê de asê mabûn ji aliyê tîman ve hatin derxistin.

Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambûlansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêsniyê.

Lê li nexweşxaneyê ligel hemû hewldanên bijîşkî welatiyê bi nave Gokhan Kaya canê xwe ji dest da.