Meletî: Karsazek daleqandî hat dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Meletiya Kevin a parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê karsazekî daleqandî hat dîtin.

Li ser rêya parêzgehên Meletî û Xarpêtê karsazê bi navê Mehmet Kose yê 45 salî yê ji wê parêzgehê bi darê ve daleqandî hat dîtin.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tendirustiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Di encama lêkolînê de diyar bûye ku Mehmet Kose yê 45 salî canê xwe ji dest daye.

Ji bo zelalkirina sedema mirina Kose, tîmên tendurisiyê termê wî bir Saziya Bijîşkiya Dadî.

Hatiye ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam e.