Taxeke 15 hezar kesî ya Kurdan li Urmiyê bê xizmetguzarî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Taxeke bajarê Urmiyê ku zêdetirî 15 hezar kes lê dijîn û yek ji taxên mezin ên Kurdan li wî bajarî ye, bê xizmetguzarî ye. Bi gotina xelkê taxa Badikê, ne nexweşxane li taxê heye û ne navendeke tendirustiyê, tenê dibistaneke qonaxa destpêkê lê heye, herwiha li taxê pirsgirêkên avê, elektrîk û kanalîzasyonê jî hene.

Navê wê taxê Badikê ye ku berê gundekî nêzîkî bajarê Urmiyê bû, lê piştî mezinbûna bajêr, ev tax jî bûye beşek ji bajêr.

Badik, zîdetirî 10 salan e tevlî bajarê Urmiyê bûye, lê ti xizmetguzariyên bingehîn jê re nehatine dabînkirin.

Endamê Encûmena Badikê, Mewlûd Mela Ehmedî dibêje, pirsgirêka sereke ya taxê, pirsgirêka avê ye, li kolana Nasir Abadê, ne av heye, ne elektrîk û ne gaz heye, nêzî 14 salan e ku ew bê xizmetguzarî mane, ti  navendeke civakî û herwiha binkeyên tendirustiyê li taxê nînin.

Rûniştvanên wê taxê gelekî bi gazinc in û dibêjin, li taxa wan hemû pirsgirêk komî ser hev bûne, ne nexweşxane û navendeke tendirustiyê lê heye, ne parkek û pirtûkxaneyek.

Li taxa Badikê ya Urmiyê, pirsgirêkên avê, elektrîk û kanalîzasyonê jî hene.

Rûniştvanên Badikê dibêjin, çendîn sal in ew ji derdê wan pirsgirêkan dinalînin. Berpirsên parêzgehê û bajarê Urmiyê jî gelek caran soza çareserkirina pirsgirêkan dane wan, lê pirsgirêkkêm taxê her weke xwe mane.

Yeqûb Mihemedlo, yek ji nişteciyên taxa Badikê dibêje, “me gelek rê ceribandin, me name ji berpirsan re şandin, em bi wan re civiyan, lê ti ecamek jê derneketiye. Ez bê hêvî bûme êdî, ez êdî naşopînim. Ne dibistan heye, ne cihekî çandî û civakî, tiştek nîne.”

Parêzgarê Urmiyê, Mihemed Sadiq Muitemidiyan roja Şemiyê serdana wê taxê kir û got, wan ji bo avakirina dibistanê û navendeke tendirustiyê zevî terxan kirine û ew dixwazin bi alîkariya xêrxwazan wan projeyan pêk bînin. Wî herwiha got, beşeke pirsgirêkên wê taxê xwecihî ne, weke ku 16 meh bûn Encûmena Badikê nekarîbû muxtarekî destnîşan bike.

Parêzgarê Urmiyê, Mihemed Sadiq Muitemidiyan got: "Wisa dixuye Muxtarê birêz nû hatiye destnîşankirin. Ev cihê giliyê ye ji Encûmena Badikê. Çawa dibe gundekî 15 hezar kesî bo heyamê 16 mehan bi sedema nakokiyên endamên Ecnûmenê bêyî Muxtar be? Eger ev rapor zûtir bigihîştiba me, bê guman me dê encûmen hilweşandiba. Xelkê deng daye encûmenê ku xizmeta wan bike, lê kêşeyên nav encûmenê bandor li ser pêşkêşkirina xizmetguzariyan bi xelkê kirine.

Badik dikeve bakurê rojavayê bajarê Urmiyê. Li kêleka taxa Îslamava ku ew jî taxeke din a Kurdî ya bajarê Urmiyê ye û ew tax jî ji dest nebûne xizmetguzariyan dinalîne.

Di van salên dawiyê de bi sedema mezinbûna taxên qerax bajar, hejmara rûniştvanên wan gelek zêde bûne. Di serjimêriya giştî ya sala 2016 de, hejmara niştecihên wê 6 hezar kes bû, lê niha gihîştiye 15 hezar kesan.