Fuad Husên ji Davutoglu bi gazinc e: Min cilên Kurdî jê re şandin lê wî li xwe nekir

17-07-2023
RÛDAW
Fuad Husên ji Davutoglu bi gazinc e: Min cilên Kurdî jê re şandin lê wî li xwe nekir
Fuad Husên ji Davutoglu bi gazinc e: Min cilên Kurdî jê re şandin lê wî li xwe nekir
Nîşan Fuad Husên Ahmet Davutoglu Cilûbergên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand, wî di serdana xwe ya Amedê de cil û bergên Kurdî ji Ahmet Davutoglu re şandine ku di Newrozê de li xwe bike û anî ziman, “Got ez ê li xwe bikim lê li xwe nekir.”

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ku bû mêvanê bernameya Bestoon Talk a ku ji aliyê Bêstûn Xalid ve tê pêşkêşkirin û li ser mijarên balkêş û rojevê de bersiva pirsên xwendekarên zankoyên Herêma Kurdistanê da.

Li ser pirsa xwendekara bi navê Şad Dêrsim a li ser peywendiyên wî yên şexsî yên bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re û nêrîna Erdogan a li ser Kurdistanê got, “Dema ez li Herêma Kurdistanê bûm, ji bo mijarên siyasî min gelek caran serdana Tirkiyê dikir. Lê bi piranî bi Davutoglu yê ku wê demê Wezîrê Derve bû re me hev didît. Di serdanên Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî de jî ez bi wan re diçûm. Ez jî beşdarî gera Diyarbekirê bûm, Şivan Perwer jî bi me re bû. Me hemûyan cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn.”

Husên li ser gotina Bêstûn Xalid a “Me bihîst ku we du cil û bergên Kurdî diyarî dane Ahmet Davutoglu” anî ziman, “Em li kêleka hev rûniştibûn. Min cilên Kurdî li xwe kiribûn. Wî got ev gelekî xweşik in. Min jî jê re got, ez ê duyan ji te re bişînim lê bi şertê ku tu yê di Newrozê de li xwe bikî. Wî got ku ew ê li xwe bike. Min jê re şand lê li xwe nekir.”

Husên her wiha li ser gotina Bêstûn Xalid “Bila ev jî gazinc bin” got, “Eger ez careke din wî bibînim, ez ê vê gazinca jê re bêjim lê niha şert û merc cuda ne, ez li erkekî cuda me û ew jî.”

Serok Mesûd Barzanî roja 16ê Mijdara 2013an ji bo piştevaniya Proseya Çareseriyê serdana Amedê kiribû û piştevaniya xwe ya ji bo serkeftina proseyê anîbû ziman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst