Li parêzgeha Urmiyê lehî rabû; Kesekî canê xwe ji dest da

17-07-2023
RÛDAW
Nîşan Urmiye Xoy Lehî Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber barîna baranê li navçeya Xoyê ya parêzgeha Urmiyê lehî rabû û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da, herwiha lehiyê zirarek mezin gihand sektora çandinî û ajeldariya navçeyê.

Li gor agahiyan, lehî li bajarokê Fîrureqê yê ser bi navçeya Xoyê ve çêbûye.

Qaymeqamê Xoyê, Zebîhullah Kazimî ji medyaya fermî ya Îranê re ragihandiye, roja Yekşemê 16ê Temûzê piştî nîvro li bajarokê Fîrureqê baraneke gur bariye û ji ber wê yekê lehî rabûye.

Bi gotina Qaymeqamê Xoyê, di encama lehiyê de kesekî canê xwe ji dest daye ku xelkê Fîrureqê ye.

Zebîhullah Kazimî diyar kir, lehiyê li navçeyê zirareke mezin gihandiye sektora çandiniyê û ajeldariyê û bi kêmanî 100 serî pez û dewar mirar bûne.

Ji ber lehiyê, li gundên Mîrî Kendî û Axasî 8 malên welatiyan ketine bin avê, herwiha elektrîka herdu gundan qut bûye.

Rêyên her du gundên Mîrî Kendî û Axasî jî bi sedema lehiyê hatibû girtin, ku îro piştî hewldanên tîmên ser bi îdareya rêyan ve hatin vekirin.

Medyaya Îranê belav kiriye, ku tîmên hawarçûnê û herwiha ekîbên Heyva Sor a Îranê li cihên lehiyê amade bûne û kon û pêwîstiyên sereke yên jiyanê li ser mexdûran belav kirine.

Her sal di werza havînê de li navçeyên bakurê parêzgeha Urmiyê baran dibare û piraniya caran ew baran dibin sedema lehiyan.

Lehiya li Xoyê zirar gihandiye sektorên çandinî û ajeldariyê û av derbasî hin malan bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst