Li Rojavayê Kurdistanê hêzên Amerîkayê dewriyek encam dan

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Amerîkayê  li nav xaka Rojavayê Kurdistanê dewriyeke serbazî encam dan.

Dewriyeke Artêşa Amerîkî li ser sînorê navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê kete gerê.

Li gor dîmen û zanyariyên xwecihî ji Cizîra Rojavayê Kurdistanê, dewriyeke hêzên Amerîkî li wan navçeyan, bi tank û helîkopteran, li gundewarê bajarokê Dêrikê derkete gerê.

Li gorî zanyariyan, ew dewriya Amerîkî li navçeya nêzîkî zeviyên petrolê yên Rimêlanê bû, ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye.

Li gundewarê Kobanî jî 8 panzerên Rûsî û Tirkî ligel du helîkopterên Rûsî dest bi gerekê kirin. Gera hêzên Rûsî û Tirkî ji gundê Aşmê dest pê kir, di nava çend gundan re geriyan û li gundê Zor Mixarê bidawî bû. Piştre herdu hêz vegeriyan baregehên xwe.