Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê beşekî din ji rokêtên HIMARS gihandine gundewarê Dêre Zorê, li rojhilatê Sûriyê.
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Ii ser bihêzkirina binkeyên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê berdewam e.
Ragihandina Rêveberiya Xweser dibêje, roja Yekşemê 16 Tîrmeha 2023yan beşekî nû ji wan rokêtên Amerîkî gihiştine bingeha Heqil El-Omer a Petrolê li Dêre Zorê.
Berî çend rojan beşekî din ji wan ji wan rokêtên HIMARS ji bo bingeha Zeviya Xazê ya Konîko, li heman navçeyê hatibû şandin.
Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di Îlona 2014an de ji bo şerê li dijî DAIŞê hat damezrandin, ji hêzên 85 welatan pêk tên û ji 2015an ve li Rojavayê Kurdistanê dimînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse