Hewlêr (Rûdaw) - 2 keç li bajarokê Tirbe Spiyê yê ser bi gundewarê parêzgeha Hesekê ve hatin kuştin, lê sedema kuştina wan nehatiye diyarkirin.
Li gor zanyariyên ji çavkaniyên xwecihî hatine wergirtin ji bajarokê Tirbe Spiyê yê ser bi gundewarê parêzgeha Hesekê ve, roja 13yê Tîrmehê, du xwişkên hev, bi navên Asya Ibrahîm Hisên a 16 salî û Emîne Ibrahîm Hisên a 18 salî, li mala xwe li nahiyeya Tirbe Spiyê ya ser bi parêzgeha Hesekê hatin kuştin.
Her li gorî zanyariyan, di heman roja kuştina wan de, bavê herdu keçan pêwendî bi Heyva Sor a Kurdî re kir û got, herdu keçên wî bi şorta elektrîkê canên xwe jidest dan.
Lê piştî termên wan herdu keçan hatin veguhestin bo Navenda Heyva Sor a Kurdî li Tirbe Spiyê, raporta Biîşkiya Şerî diyar kir ku kuştina herdu keçan, ne bi sedema şorta elektrîkê bû.
Heta niha jî, sedema kuçtina hedu keçan nehatiye naskirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse