Li Efrînê ji ber kêmbûna avê zeviyên çandiniyê di bin metirsiyê de ne
Hewlêr (Rûdaw) - Ava Çemê Efrînê ku ji bendava Meydankê tê li ser navçeyên Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hatiye birîn û bîrên cotkaran jî çikiyane yan jî ava wan pir kêm bûye. Ji ber kêmbûna avê zevî, baxçe û darên zeytûnan zirareke mezin dîtine.
Cotkarekî ji herêma Şêrawa ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ava Çemê Efrînê ji bendava Meydankê ve li ser navçeyê hatiye birîn û bîrên cotkaran jî çikiyane yan jî ava wan pir kêm bûye.
Di encamê de zevî û baxçeyên navçeyê ji kêmbûna avê gelek ziyan dîtine.
Ji herêma Efrînê, cotkarekî kurd ji Rûdawê re behsa pirsgirêka kêmbûna avê kir.
Cotkar Resûl Xelîl dibêje "Îsal li herêma Efrînê bi sedema kêmbûna avê û birîna ava Bendava Meydankê pirsgirêkeke mezin çêbûye. Piraniya bîrên avê jî hatine miçiqandin, ji ber vê yekê jî cotkar zerareke mezin dibînin. Piraniya darên li Efrînê li ber hişbûnê ne şînkayî jî li ber metirsiyeke mezin e."
Bendava Meydankê, ku take bendav e li herêma Efrînê dikare avê ji bo avdana 30000 hektar zevî berdest bike, lê cotkar dibêjin ku av hatiye birîn.
Ast û rêjeya avê li herêmê pir kêm bûye. Motorên derxistina avê ku caran têra zevî û baxçeyan av ji bo cotyaran berdest dikirin niha bi melûlî û aveke nezal bi sedema daketina asta ava çemê Efrînê derdixînin. Kêmbûna avê dê ne tenê bandorê li baxçeyên şênkatiyên havînî bike, lê dê bandoreke neyênî li ser berhemên darzeytûnan jî bike.