Pirsgirêka elektrîkê ya cotkarên Rihayê mezintir dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve pirsgirêka elektrîkê ya cotkaran her ku diçer mezintir dibe.

Zêdetirî hefteyekê ye pirsgirêka elektrîkê ya beşeke cotkarên Rihayê nehatiya çareserkirin.

Ji ber birîna elektrîkê ji aliyê DEDAŞê ve li ser çend gundan cotkar bê av in û nikarin erdên xwe yên çandiniyê av bidin. Ji ber vê yekê jî protesto û nerazîbûna xelkê herêmê berdewam e û roja Şemiyê di portestoyan de 20 kes hatibûn desteserkirin.

Ji 20 kesên roja Şemiyê hatibûn desteserkirin, 4 jê bi biryara dadgehê hatin girtin.

Cotkar Mehmûd Ocek got “Wexta tu genim radikî, bi rastî dema ku tu hesab dikî cotkar erdên xwe bifroşin wê gavê dikarin wan deynan bidin. Ji hikûmetê ti alîkariyek tuneye, ne piştgiriyek heye û ne jî dengên wan diçe. Li qereqolan me digrin, hevalên me yên cotkar di bin çav de ne, 4 mirovan tew ceza dane wan. Li Tirkiyê erdê ku tê avdan ji sedî 35ê wê li Rihayê, yanî tiştek wisa dimeşînin ku dibêjin bila vana vî karî li Rihayê nekin.”

Birîna elektrîkê tenê bandor li cotkaran nekiriye, di heman demê de jiyana xelkê herêmê jî zehmet kiriye.

Mehmûd Ocek dibêje “Nexweşên li gund, em bêjin nexweşên astimê li ser makîneyê ne, ew jî mexdûr dibin. Tenê li ser çandiniyê nîne. Ajeldarî, yê ku pez xwedî dike, yê dewar xwedî dike bo wan jî avdaniya wan heye ew jî mexdşr dibin.

Kompanyaya Dicle ya dabeşkirina elektrîkê ya weke DEDAŞê tê naskirin, ku elektrîkê ji bo parêzgehên Bakurê Kurdistanê dabîn dike, bi hinceta nedana pereyê elektrîkê ji hefteyekê zêdetir e elektrîka 12 gundên navçeya Wêranşar û Siwêregê biriye, lê cotkar dibêjin ji ber deynê çend kesan elektrîka hemû gund tê birîn.