Li Kirmaşanê rê nedan bi cilên Kurdî têkevin hundirê Taqwesanê

17-07-2023
RÛDAW
Nîşan Kirmaşan Taqwesan Cilûbergên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Welatiyekî ji bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku rê li ber wan hatiye girtin ku ew bikevin hundirê Taqwesanê.

Sê hemwelatîyên bajêrê Kirmaşanê ku videoyeke xwe li devera Taqwesanê belav kirine, yek ji wan dibêje wan dixwastin bikevin hundirê Taqwesanê lê belê ew kesê ku bilêta têketinê firotibû ji wan re gotiy têketina jin û mêrên a cil û bergên Kurdî qedexe ye. 

Welatiyê ku video belav kiriye, bi du hevjînan re bû, ku wêneyên her duyan belav kir û got ku “jin bi temamî pabendê xwe pêçandinê bûne."  

Ew welatî ji bo ku bi cilûbergên Kurdî nehiştine ku bikevin hundirê Taqwesanê wê yekê weke “sivîkatî” dibîne û dibêje: “Divê Rêveberê Mîrateya Çandî ya Kirmaşanê li pey vê sivîkatiyê be. Çima li bajarekî Kurdan rê nayê dayîn ku Kurd bi cilûbergên xwe bikevin nava Taqwesanê."

Paşê wênegirekî Kirmaşanî yê bi navê Xelîl Cebarî li ser hesabê xwe ya Instagramê peyamek belav kiriye û dibêje: "Rêvebiran gotin ku wan wiha zanîn ku herdu bûk û zava ne, ji ber wê wan nehişt ew bikevin hundir."

Xelîl Cebar herwiha got: "Çi bûk û zavayekî bi van cilûbergan diçin Taqwesanê? Eger ew bi rastî jî bûk û zava bin çima destûr bo wan nayê dayîn ku têkevin hundir?î"

Ev ne cara yekê ye ku bûyerên bi vî rengî li bajarê Kirmaşanê diqewimin.

Di 7 Gulana 2023yan de jî  Rêveberiya Perwerdeyê ya Kirmaşanê destûr nedabû ku Mamost û Rojnamevanaê Xelkê Kirmaşanê Celîl Ahangnejad û xwendekarên wî bi cilûbergên Kurdî derbasî dibistana xwe bibin. 

Celîl Ahangnejad ku 30 salan li dibistanên bajarê Kirmaşanê mamostetî kir û îsal sala wî ya dawî bû ders bide û ew xanenîşîn dibû û ji ber vê yekê dixwest di roja xwe ya dawiyê de bi cilûbergên Kurdî de beşdarî dersan bibe.

Ahangernejad û xwendevanên xwe xwestin bi cil û bergên Kurdî biçin dibistanê, lê şaxê asayişê yê perwerdeya Kirmaşanê rê nedabû wan.

Celîl Ahangernejad perwerdeya Kirmaşanê rexne kir û got, "Bajarê Kirmaşanê weke bajarê herî mezin ê Kurdan tê hesibandin, lê çima li dijî mafên mirovan ên herî sade û xwezayî yên li bajarekî bi vî rengî derdikevin?”

Kirmaşan mezintirîn bajarê Rojhilatê Kurdistanê ye û yek ji 10 bajarên metropol li Îranê ye.

Kirmaşan, xwediyê dîrokekî kevnar e û di serdema Sasaniyan de duyemîn paytexta wê împeratoriyê bûye.

Kirmaşan bi çîroka Şîrîn û Ferhad navdar û herwiha şûnwarên dîrokî yên weke Perestgeha Anahîta û Taqwesan navdar e û piraniya nîştecihên wê bi zaraveya Kurdiya Kelhurî diaxivin. Li wê parêzgehê hejmarek ji nîştecihan jî bi zaraveyên din ên zimanê Kurdî, weke Hewramî, Soranî û Feylî diaxivin.

Piraniya xelkê parêzgeha Kirmaşanê, li ser mezhebê Şîe ne, lê li parêzgehê xelkê Sunnî mezben û Ehlê Heq jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst