Ji Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat bo Rûdawê 3 xelat

Hewlêr (Rûdaw) - Xelatgirên "Xelatên Rojnamevanên Serkeftî yên Salê" ku ji aliyê Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (GGC) ve îsal cara 37emîn hat lidarxistin, diyar bûn. Kameraman û peyamnêrên Rûdawê di 3 beşan de hêjayî 3 xelatan hatin dîtin.

Cemiyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (GGC) ku yek ji saziyên çapemeniyê yên pîşeyî yên herî berbelav û bi bandor a Tirkiyeyê ye, îsal 37emîn "Xelatên Rojnamevanên Serkeftî yên Salê ya Kevneşopî" li dar xist.

3 xelat bo Rûdawê

Di Warê Belgefîlman a Kurdî de bi kişandina kameramanê Rûdawê Mehmet Kanevî û pêşkêşkirina peymanerê Rûdawê Abdulselam Akinci “Fîçera Keşîş Gola Wanê ango Gola Qulingan” bû yekem û hêjayî xelatê hat dîtin.

Di Warê Bernameyên Televizyonê ya Kurdî de bernameya "Şevçira" ku ji aliyê peymanerê Rûdawê Abdulselam Akinci ve hat pêşkêşkirin û ji aliyê Muhammed Kanevî ve hatiye kişandin, xelata Mansiyonê wergirt.

Belgefîlma "Aşê Sed Salî" ku ji aliyê Nûnerê Rûdawê yê Enqereyê Şewket Herkî ve hat pêşkêşkirin û kameramanê Rûdawê Esat Aydin ve kişandiye jî hêjayî xelata mansiyonê hat dîtin.