Girtiyê 84 salî yê nexweş piştî 27 salan hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, girtiyê neweş Mehmet Emîn Ozkan ê 84 salî ku ev 27 sal bû di girtîgehê de bû li hat berdan.

Di nava van 27 salan de gelek nexweşî bi Mehmet Emîn Ozkan çêbûne û rewşa tendirustiya xwe xirab bûye.

Herî dawî roja 13ê Tîrmeha 2023an ji ber rewşa tendirustiya Mehmet Emîn Ozkan xirab bibû, ew ji girtîgehê bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl ya Amedê hatibû veguhestin û li wê derê di bin çavdêriyê de bû. Duh Ozkan ji jorê çavdêriya çir derxistin û derbasî beşê asayîkirin û piştre Ozkan car din birin girtîgehê.

Lê îro li ser bingeha rapora Saziya Tiba Edlî cezayê girtîgehê yê Mehmet Emîn Ozkan sê mehan hat paşxistin û ew hat berdan. Ozkan ku ji girtîgehê derketî niha di rewşek ewqas xirap de ye bo avekê jî vexwe pêwîstiya wî bi alîkariya kesek din heye.

Malbata Ozkan ew li ber deriyê girtîgehê pêşwazî kirin û birin malê.

Ozkan ê ku navê wê di nav lîsteya girtîyên nexweş yên Komeleya Mafê Mirov ÎHDê de heye, di 22ê Cotmehê 1993ê li navçeya Lîcê ya Amedê bi hînceta ku destê wî di kuştina general Bahtiyar Aydin de hebûye sala 1996ê li Mersînê hatibû desteserkirin û li ser îfadeya du kesan Ozkan hat girtin.  Dadgeha Ewlekariya Dewletê bi tohmeta “Xirapkirina yekîtî û yekpariya welat” cezayê girtîgehê yê heta hetayî lê birîbû. Lê piştre herdu kesên ku li ser wî îfade dabûn gotibûn wan li jêr îşkenceyê ev îfade dane. Piştî wê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê biryar da ku dadgehkirina Ozkan bi dadî nebûye û vê biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê hişt ku doza Ozkan ji nû ve bê dîtin.

Ozkan dema di girtîgehê de bûye bi gelek nexweşiyan ketiye. Di 6ê Nîsana 2015ê de Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolîneê ya Gazî Yaşargîl ya Amedê derbarê Ozkan de raporek amade kiribû û ragihandibû ku ji sedê 87ê fonksiyona bedena wî ji kar ketiye, lê ji ber Saziya Tiba Edlî di got dikare di girtîgehê de bimîne, girtî dihat hiştin.