Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 4 welatî li Efrînê revandin

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 4 welatî li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê revandin.

Li gor zanyariyên xwecihî ji bajarokê Cindirêsê yê ser bi Herêma Efrînê ve, çekdarên “Polîsên Leşkerî” yên ser bi Tirkiyê ve, 2 welatî ji gundê Kefer Sfre yê ser bi nahiyeya Cindirêsê, bi navên Hisên Reşîd Hemze yê 39 salî û Murad Hisên Mihemed ê 26 salî, herwiha welatiyê bi navê Ridwan Mistefa Hacî yê 60 salî, ji gundê Beidîna yê ser bi nahiyeya Raco, revandin.

Di heman çarçoveyê de, çekdarên hêza bi navê “Berengarbûna Madeyên Hişbir” a ser bi Tirkiyê ve, welatiyê bi navê Omer Hemîd Hacî Mehmûd ê 42 salî, ji nahiyeya Şiyê ya ser bi Efrînê ve girt.

Li gorî şopandina vê mijarê, heta niha çarenivîsa wan girtiyan ne diyar e.

Ev kiryar û binpêkarî ji aliyê grûpên çekdar ve, li Herêma Efrînê ji Çileya 2018yan ve, heta niha berdewam in.