Li Wanê pevçûna çekdarî: 1 mirî, 19 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Erdîşa Wanê di navbera du komên nakok de pevçûna çekdarî derket û di encamê de ciwanekî 17 salî hat kuştin û 19 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Erdîşê ya Wanê hefteya borî di dawetekê de di navbera kesên dijmindar de bi kevir û daran şer derketibû. Duh her du aliyên nakok rastî hev hatine û careke din di navbera wan de şer derketiye û di encam de kesek hatiye kuştin û 19 kes jî birîndar bûne.

Li gorî nûçeya DHAyê, li Taxa Tepedam a navçeya Erdîşa Wanê heftiya bihorî di dawetekê de du komên nakok ku di navbera wan de dijminatî hebûye, rastî hev hatine.

Hatiye ragihandin, di navbera her du koman de alozî û nîqaş çêbûye û piştre rewş aloztir bûye û veguheriye şer û her du aliyan bi kevir û daran şerê hev kirine. Hêzên ewlehiyê destwerdanê dikin û şerê navbera wan bi dawî dibe.

Duh her du aliyên nakok careke din rastî hev hatine û dîsa di navbera wan de şer derketiye. Li gor zanyariyên hatine belavkirin, her du aliyan rahêştine çekan û teqe li hev kirine.

Di encama guleberdanê de, ciwanekî 17 salî yê bi navê Vedat D. canê xwe ji dest daye û 19 kesên din jî birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê, gelek ekîbên cendirme, polîs û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar piştî mudaxeleya ewil a ekîbên tendirustiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê û li wê derê hatin dermankirin.

Polîs û cendirmeyan li taxa ku şer lê qewimî, tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin, herwiha derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.