Serokê Baroya Şirnexê: Li 14 deveran birîna daran berdewam e
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz ragihand ku niha li 14 deverên sînorê parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê birîna darên daristanan berdewam e û got, “Darên tên birîn li navçeya Navyan a Çiyayê Cudî tên komkirin û ji wir jî bo bajarên din tên firotin.”
Dilsiz ji bo rawestandina têkdana xwezaya navçeyê jî banga piştevaniyê li raya giştî kir û got, “Têkdana xwezayê ya wan kesên ku hewl didin Cudî bikin xerabeyek, dê di demên pêşd e li navçeyê qadên jiyanê sînordar bike û keş û hewaya navçeyê têk bide û bibe sedem ku em êdî nikaribin nefesê bistînin.”
Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê têkdana daristan, xweza, çavkanî û kanzayên parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê de ji aliyê çend kompanyayan ve çend tweet belav kirine û bi wêneyan bal kişandiye li ser vê rewşê.
Rojhat Dilsiz amaje bi wê yekê daye ku wan derbarê, hewlên çêkirina bendav, santral, kanên avahîsaziyê û birîna daran û çend projeyên din li derdora Çiyayê Cudî raporeke berfireh belav kirine û got: “Ev projeyên van kompanyayan ku di bingeha xwe de armanca wan bidesxistina destkeftên aborî ne, hemû jî bi hev ve girêdayî ne û dibin sedema pirsgirêkên mezin ên xwezayê.”
Dilsiz daxuyakirin ku beşek ji kompanya û holdîngan di bin navê “veberhênanê” de qadên jiyanê yên parêzgeha Şirnexê û sînorên wê ji xwe re kirine deriyekê rantê û got: “Têkdana xwezayê ji aliyê wan kesên ku hewl didin Cudî bikin xerabeyek, dê di demên pêşde li navçeyê qadên jiyanê sînordar bike û keş û hewaya navçeyê têk bide û bibe sedem ku em êdî nikarbin nefesê bistînin.”
Serokê Baroya Şirnexê eşkere kir ku niha li 14 deverên cuda yên Şirnexê û sînorên Herêma Kurdistanê bi awayekî çalak darên daristanan tên birîn û anî ziman, “Ew darên ku li wan navçeyan tên birîn li devera Navyan a Çiyayê Cudî tên komkirin û bi barhilgiran bo bajarên din tên firotin.”
Rojhat Dilsîz ragihand ku wan heta niha têkildarî mijarê de bi rêya mailê serî li çend saziyên jîngeh û xwezayê yên navdar ên wek Greenpeace, Komaleya Xwezayê û çend weqfan dane lê wan jî heta niha ti pêngavek berbiçav neavêtine.
Navborî destnîşan kir ku wan bi rêyên yasayî jî çend caran gilî tomarkirine, lê hemû hatine red kirin û ti encamek bidest nexistine. Serokê Baroya Şinexê herî dawî tekez kir ku ew dê wek baro ji bo rawestandina têkdana xwezaya Şirnexê hemû proseyên yasayî bidin meşandin û derbarê mijarê de jî banga piştevaniyê li raya giştî kir.
15-Çevre ve Kent Komisyonumuzca yapılan tespitlere göre halihazırda Şırnak'ta 14 bölgede ağaç kesimi devam etmektedir. Ağaç kesimi Keniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Cinîwer, Belûzer, Rîsor, Serêrû, Tîkera, Qûrteka pêşya, Girêdeyincê, Şerevan, Xirtkbestê ve++
— Rojhat Dilsiz (@rojhatdilsiz7) July 16, 2022