Serokê Baroya Şirnexê: Li 14 deveran birîna daran berdewam e

17-07-2022
RÛDAW
Nîşan Baroya Şirnexê Birîna daristanan Bakurê Kurdistanê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz ragihand ku niha li 14 deverên sînorê parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê birîna darên daristanan berdewam e û got, “Darên tên birîn li navçeya Navyan a Çiyayê Cudî tên komkirin û ji wir jî bo bajarên din tên firotin.”

Dilsiz ji bo rawestandina têkdana xwezaya navçeyê jî banga piştevaniyê li raya giştî kir û got, “Têkdana xwezayê ya wan kesên ku hewl didin Cudî bikin xerabeyek, dê di demên pêşd e li navçeyê qadên jiyanê sînordar bike û keş û hewaya navçeyê têk bide û bibe sedem ku em êdî nikaribin nefesê bistînin.”

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê têkdana daristan, xweza, çavkanî û kanzayên parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê de ji aliyê çend kompanyayan ve çend tweet belav kirine û bi wêneyan  bal kişandiye li ser vê rewşê.

Rojhat Dilsiz amaje bi wê yekê daye ku wan derbarê, hewlên çêkirina bendav, santral, kanên avahîsaziyê û birîna daran û çend projeyên din li derdora Çiyayê Cudî raporeke berfireh belav kirine û got: “Ev projeyên van kompanyayan ku di bingeha xwe de armanca wan bidesxistina destkeftên aborî ne, hemû jî bi hev ve girêdayî ne û dibin sedema pirsgirêkên mezin ên xwezayê.”

Dilsiz daxuyakirin ku beşek ji kompanya û holdîngan di bin navê “veberhênanê” de qadên jiyanê yên parêzgeha Şirnexê û sînorên wê ji xwe re kirine deriyekê rantê û got: “Têkdana xwezayê ji aliyê wan kesên ku hewl didin Cudî bikin xerabeyek, dê di demên pêşde li navçeyê qadên jiyanê sînordar bike û keş û hewaya navçeyê têk bide û bibe sedem ku em êdî nikarbin nefesê bistînin.”

Serokê Baroya Şirnexê eşkere kir ku niha li 14 deverên cuda yên Şirnexê û sînorên Herêma Kurdistanê bi awayekî çalak darên daristanan tên birîn û anî ziman, “Ew darên ku li wan navçeyan tên birîn li devera Navyan a Çiyayê Cudî tên komkirin û bi barhilgiran bo bajarên din tên firotin.”

Rojhat Dilsîz ragihand ku wan heta niha têkildarî mijarê de bi rêya mailê serî li çend saziyên jîngeh û xwezayê yên navdar ên wek Greenpeace, Komaleya Xwezayê û çend weqfan dane lê wan jî heta  niha ti pêngavek berbiçav neavêtine.

Navborî destnîşan kir ku wan bi rêyên yasayî jî çend caran gilî tomarkirine, lê hemû hatine red kirin û ti encamek bidest nexistine. Serokê Baroya Şinexê herî dawî tekez kir ku ew dê wek baro ji bo rawestandina têkdana xwezaya Şirnexê hemû proseyên yasayî bidin meşandin û derbarê mijarê de jî banga piştevaniyê li raya giştî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst