Çîroka Zilamê Berfîn ê Kurd

17-07-2022
RÛDAW
Çîroka Zilamê Berfîn ê Kurd
Çîroka Zilamê Berfîn ê Kurd
Nîşan Bane Zilamê Berfîn ê Kurd Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mame Reheyê Kelîxanê yê ku wek Zilamê Berfîn ê Kurd tê nasîn, çîroka wî bi salan e li Bane ya Rojhilatê Kurdistanê tê gotin. Ev çend sal in çalakvanên sivîl li Baneyê peykerekî wî li cihekî bilind ê Kelîxanê çêkirine ku bala geştiyaran kişandiye ser xwe.

Rehman Gerdene yê bi nasnav Mame Rehe 145 sal berê li gundê Binexwê ya Kelîxan a Baneyê ji dayik bûye lê ji bo xizmeta gel diçe gundê Suncî ya Kelîxanê û li wir di zivistanan de dibe rêberê wan rêwî û kesên ku berfê rê li wan winda kiriye.

Di navbera salên 1900 û 1950an de ku rê di navbera bajarên Seqiz û Baneyê de nebûye, Mame Rehe li gundê Suncê tîmeke hawarçûnê li hev tîne û her roj diçûn ser rêyên Kelîxanê, hinek xwarin bi xwe re dibirin û alîkariya karwanan dikirin.

Çîrokeke navdar a Mame Rehe ya ku gihîştiye nifşên niha ew e ku li aliyê Seqiz a Kelîxanê hespeke karwanekî dimire, ew termê wê hespê dide ser milê xwe dibe ji bo kûçikên gundê xwe ku bixwin.

Mame Reheyê Kelîxanê di sala 1959an de di 82 saliya xwe de koça dawî dike lê çîroka wêrekî û jêhatîbûna wî nifş bi nifş hatiye gotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst