Geştyarekî Çînî li Dêrsimê rastî êrişa hirçê hat

17-07-2021
RÛDAW
Nîşan Jan Emmett Seto Çîn Geştyar Do
A+ A-

Gewlêr (Rûdaw) - Geştyarekî xelkê Çînê li Dêrsima Bakurê Kurdistanê rastî êrişa hirçê hat û birîndar bû.

Li gor zanyariyan li navçeya Pulur a Dêrsimê, geştyarê xelkê Çînê yê bi navê Jan Emmett Seto rastî êrişa hirçekê hat.

Jan Emmett Seto ku di êrişê de birîndar bû, bi rêya telefonê peywendî li gel tîmên tendirustî danî û ji ber rewşa zehmet a erdnigariya deverê helîkopterek bo hawara wî geştyarî hat şandin.

Helîkoptera serbazî ku li ser fermana Parêzgarê Dêrsimê Alî Ozkan hat şandin, Seto bo nexweşxaneyê veguhast.

Her li gor zanyariyan ji ber wê êrişa hirçê gelek birîn li laşê Seto çê bûne û neştergerî bo hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst