Galeriya wêneyan

17-07-2021
14 Photos
Bilind T. Abdullah

Hemdiye Îzedîn a temen 80 salî,  xelka bajarê Hewlêrê ye û ji eşîra Xoşnawetî ye, ew ji temenê 11 salî ve bêyî westiyan berhemên Kurdî radiçîne.

Ev jin berdewam cilûbergên folklorî li xwe dike, odeyeke mala xwe weke pêşangeh lê kiriye, bi corek ku her li wê odeya ku berhemên xwe nimayîş dike, karên xwe jî lê dike.

Hemdiye Îzedîn ji Rûdawê re got, “Armanca min ji vî karî ne bidestxistina pere ye, xulya û heza min e, lê di heman demê de ez berhemên xwe difiroşim, zêdetir berhemên min jî bo derveyî welat bûne û berdewam kiryar jî hene.”

Ev jina 80 salî dibêje, ji serîhildana Coronayê û destpêkirina karantînayê ta niha, zêdetir ji 50 cor karên destî hene û bi giştî berhemên wê jî ji wan 50 cor karên destî, zêdetir ji 500 dane bûne ku ew jî ji bergê balîv, lîf û berhemên din pêk tên.

Hemdiye Îzedîn diyar dike, “Ez li her cihekî bim, heman cilûbergan li xwe dikim. Li cihên giştî xelk wêneyan li gel min digirin, ev jî wê digihîne ku cilûbergên folklorî ên Kurdî ciwanî û heybeta xwe heye.”

Wêne: Bilind Tahîr/Rûdaw