Sêrt - Xwîndariya du malbatan bi dawî hat

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Misircê ya Sêrta Bakurê Kurdistanêê du malbatên ku neyarê hev bûn li hev anîn.

Di navbera endamên malbata Turgut û Egîlmez ên ku li gundê Yeşîlkonaka bi ser navçeyê Misircê dijîn, hefteyek berê şer di navbera wan de derket û di encamê de kesek birîndar bû,

Ew şer bû sedem ku xwîndarî bikeve navbera herdu malbatan û bibin dijminên hev.

Dijmintiya di navbera malbatan de bi hewldanên qaymeqamê navçeya Misircê Îhsan Emre Aydin nema bû. 

Bi xilasbûna neyartiyê li mala bo teziyê ya li gund "merasima aştiyê" hat kirin. 

Di merasimê de Quran hat xwendin û Qaymeqam Aydin axivî û spasiya herkesê ku bûn wesîleya aştiyê kir.