Malbateke Kobanî li Wanê di rewşeke xirab de dijî

Wan (Rûdaw) - Malbatekî penaberên Kobanî ku ji ber şer koçberê Bakurê Kurdistanê bûne, niha li parêzgeha Wanê di rewşekî gelek xirab de dijî.

Jineke bi navê Helîma Zîto û hevjînê wê Mihemed Ebbas malbateke bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê ne, û di destpêka şerê navxwe yê Surî de ji warê xwe derketine û çûne bajarê Dîlokê yê Bakûrê Kurdistanê, piştre çûne bajarê Wanê.

Ew li Wanî li taxa Îstasyonê di xanîyekî yek ode û salonek de ligel 3 zarokên xwe dijîn hene, rewşa wan a aborî ji qet nebaş e.

Du zarokên wan nexweş in û divê bên derman kirin, lê rewşa wan a aboriyê rê nade ku tedawîya zarokên xwe bikin. Lawê wan ê bi navê Diyar ê 18 salî ji mêjîyê xwe ve nexweş e û leke li ser mêjîyê wî heye doktoran pêşniyaza neştergeriya dewleteke Ewropa li wan kirine, lê derfetên wan nîne biçin Ewropa çareseriyê jê re bikin. Her waha keçika wan a bi navê Sîlwa jî di dema ku çûye pola yekem di heyamê şer de bombe li dibistana wê hatine barîn û derûniya wê jî xirab bûye. Divê ew jî were tedawîkirin. Malbata koçber û hejar a Rojava çevereyî alîkariyê ne.

Malxweyê malê Mihemed Ebbas dibêje: “Ez li vir li ba terzî dixebitim. Mehaneya min 1000 lîre ye. Ez 400 lîre kire didim. 150 lîre heqê av û elektrîkê didim. Yanî ez milyarek pere digrim têra me nake. Ji kesên xêrxwaz daxwaz dikim ku me ji vî halê xilas bikin.”

Doktoran weke çarenûsa Diyar neştergeriyeke li werlateke Ewropa pêşniyar kirine, lê hejarî rê nade ku ew neştergerî encam bide.

Ji ber rewşa heyî diya Diyar, Helîma Zîto jî bi çevên westiyayî û dilek birîndar bi dengek hundurîn dinale û dibêje: “Pişta min li ser Diyar şikestiye. Rewşa wî pişta min zehf dide dîwaran. Zehf zor e, şewata kezebê zehf zor e. Doktor dibêjin eger emeliyata wî li dervey welat bibe dê baş bibe. Ez dixwazim îmkan bidest min bikevin ez herim zarên xwe emeliyat bikim. Lê rewşa min tune halê min tune.  Ev e mala min odeyek û salonek e. Ka ezê çi bikim çi nekim. Malxweyê min nikare bixebite. Di pişta wî de fitiq heye ew mehek dixebete şeş meha rûdine.”

Keçika malbata koçber Sîlva jî di dewamîya şer de di pola yekî de bûye. Rojek bi ewilî bihîstina dengê balafirên şerî bombe li dibistana wî tên barîn. Ji wê rojê ve heta niha derûniya wê ji ne temam e û divê ew tedawiya psîkolojîk bigre lê disa liber çarenûsa wî jî astengiya mezin hejarî heye.

Sîlva Elebbas jî dibêje: “Bombe avêtên mekteba me. Mamosteyê min û hevalên min tev mirin. Cinciq li serê min ket a li vir serê min xwîn hat. Ez dixwazim herim mektebê ez ji mektebê hezdikim lê min qebûl nakin. Ji ber ku ez nexweşim min qebûl nakin bo mektebê.”

Tevî hemû astengiyan Diyar dikene û hêviya malbata xwe her xurt û geş digire.