Ji ber operasyona Tirkiyê bi sedan donim zevî şewitîn

Duhok (Rûdaw) – Operasyonê ziyanek mezin gihandiye welatiyên gundên sînorî yên nahiya Kanî Masê, ku bi hezaran donim zevî ji ber bombebarana artêşa Tirkiyê şewitî ne û 5 gund jî vala bûne.

Heta niha Operasyona Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistanê berdewam e, Artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 20 kîlometran û dirêjahiya 35 kêlometran hatiye nav axa Herêma Kurdistanê û 11 xalên serbazî danîne.

Zêdetrî nêzîkî sê mehan e oprasyona Tirkiyê li Kanî Masê berdewam e. Drêjtirîn operasyon e ku di nava axa Başurê Kurdistanê de hatiye encamdan.  Ji blî valabûna 5 pênc gundan, vê oprasyonê ziyan gihandîne çend gundên din.

Gundê Çelkê yê musilmana yek ji wan gundan e ku nehatiye valakirin, lê bi sedan donemîn rez û baxên wî gundî şewitîne û ji nav çûn.  Teha Selam teha û Ebdulrehman Qasim du cotyar in li gundî ne ku her yek ji wan zêdeyî pênc donem rez ji dest dane û dibêjn berhema mandîbuna 30 salan di çend hefteyan li pêş çavên wan şewitîn.

Cotkar Teha Selam got: “Tirsa ji kes newêre here di nav erdê xwe yê hate çandin de. Ji despêkê û heta niha em newêrîn biçine nav erdê xwe. Yek deqê jî kes ji ne neçûye di nav erdê xwe yê çandiniyê de. Çimkî her tim bomberan heye.”

Cotyar Ebdurehman Qasim jî got: “Bi sedan donim rez û baxên me şewitîn. Hinarên me, seven me, mijmijên me û hemû rezên me şewitîn, niha li ber çavên me agir pê bikeve me newêrin herin di nav de.”

Zêdetrî 10 hezar donim rez û bax û daristanan di vê operasyonê de şewitîne û ji nav çûne.

Piştî vê operasyonê pasewanîn sînor ên ser bi hikumeta Iraqê çar xalên din li navçeyê danin, lê nekarîn pêş bi opersyonê bigrin û Tirkiyê berdwam e ji topbaran û bombebarankirina nêzîk cihên nîştecîbûna xelkê ku bûye cihê tirsa wan.

Muxxtarê Gundê Çelka Mislimanan dibêje, cihên nêzîkî gundê wan tên bombebarankirin, û vê yekê jî tirsek mezin xistiye dilê welatiyan.

Muxtarî Gundê Çelkê yê Mislimanan Mehdî Bihadîn jî got: “Tirs zêde heye her şev balafirên tên bombebaran dikin. Cihên nêzîk gund tên topbarankirin.”

210 malbat ji pênc gundan koçber bune û berê xwe dane Duhok, Zaxo û gundên derdorê.  Çavên wan li baştirbûna  rewşê heta careka din vegerin ser mal û halên xwe.