Erdogan têkildarî 'Pêvajoya Çareseriyê' daxuyanî da

17-07-2021
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyip Erdogan Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomerê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan derbarê "Pêvajoya Çareseriyê" de got, “Di dawiya pêvajoyê de, me dît ku armanca rêxistinên terorê û aliyên siyasî ên girêdayê wan ne lêgerîna mafan e, lê pêkanîna ajandaya wan a tarî ye.”

Serokomarê Tirkiyê li Erzeroma Bakurê Kurdistanê di merasîma vekirina hinek kargehên li wê parêzgehê de axivî û got “Kresên ji xeynî wekî tenekeya vala deng derdixîne, siyaseta derew, bêbextî, îstismarê pê va tu gotinên wan tune kîjan îtifaqê ava dikin bila bikin ji gelê me bersivê nabîne”

Erdogan behsa pêvajoya çarseriyê jî kir û got: “Me di dawiya pêvajoyê da dît ku armanca rêxistinên terorê û şaxên wan ên siyasî lêgerîna maf nîne, lê pêkanîna ajandaya wan a tarî ye."

Serokomarê Tirkiyê hefteya borî li Amedê jî derbarê proseya çareseriya Pirsa Kurd de ragihandibû, “Proseya çareseriyê me da destpêkirin, lê ne me xilas kir. Ew kesên ku ji bo berdewamkirina rijandina xwînê proseya çareseriyê têk birin, îro hevkariyê li gel CHPê dikin. Sedema piştgiriya ku HDP, li Stenbol û bajarên din dide CHPê xizmaniya îdeolojîk e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst