Rêveberiya Xweser li ser ‘Peymana Civakî’ biryarek da

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar li ser jinûvedariştina peyman ango girêbesta Civakî da.

Hevserokatiya Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser biryar da ku komîteyeke taybet ava bike ku erkê wê nivîsandina Peymana Civakî be di dema kêmtir ji du mehan de.

Ev yek di civînekê de li bajarê Heseke bû ku endamên saziyên civaka sivîl û tevger û rêxistinên jinan, tevgerên ciwanan û Encûmena Sûriya Demokratîk, Encûmena Dadperweriya Civakî û beşek ji partiyên siyasî amade bûn.

Di civînê de biryar hat dayîn komîteyeke ji 30 kesna bê pêkanîn û rêjeya Jinan 50% dibe, ku divê di du mehan de Peymana Civakî ya nû binvîsin.