Zara Mihemedî sedema cezabirîna li xwe aşkere kir

17-07-2020
RÛDAW
Çalakvana Kurd a Sineyî, Zara Mihemedî ku Îranê 10 sal cezayê zîndanê lê biriye.
Çalakvana Kurd a Sineyî, Zara Mihemedî ku Îranê 10 sal cezayê zîndanê lê biriye.
Nîşan Kurdistan Kurd Zara Mihemedî Zimanê Kurdî Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvana Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê, Zara Mihemedî sedema sepandina cezaya 10 sal girtîgehê li ser xwe aşkere kir.

Zara Mihemedî çalakvana sivîl û mamosteya zimanê Kurdî, piştî ku dadgehekê li Îranê 10 sal zîndan bi ser wê de sepand, vîdoyek li ser torên civakî belav kir û têde ragihandiye, ew hatiye tometbarkirin ku ji bo têkdana asayişa netewî ya Îranê grûp ava kiriye, lê belê ew wê tometê red dike û tekez dike, ku ti grûpek di meydanê de nîne û ew tometeke derewîn e.

Di vîdoyê de Zara Mihemedî amaje bi destwerdana Îtilaata Îranê (Istixbarata Îranê) di dosyeya xwe de dike û dibêje, “Îtilaatê daxwaz kiriye ku sizaya herî giran bi ser min de were sepandin, ji ber ku ez amade nebûme hevkariya wan bikim.”

Zara Mihemedî wiha dibêje: “Dema ez û parêzerê xwe çûne ser dosyeya min, me dît ku di nava dosyeyê de, di dawiyê de nivîsek heye ku hatiye nivîsandin, ji ber ku Zara Mihemedî hevkarî li gel hêzên ewlehiyê nekiriye, Îtilaat daxwaza cezayê herî giran jê re dike. Sizaya herî giran jî her ew 10 sal in.”

Ew çalakvana Kurd dibêje, ew qet wê cezaya nedadperwer qebûl nake û dibêje, “ez wiha dibînim ku niha zelal e, ji ber wan çalakiyên min û karên min, çima ew ceza bi ser min de hatiye sepandin.”

Liqa 1 a Dadgeha Şoreşê li bajarê Sineyê roja Sêşemê 14ê Tîrmehê, bi tometa hewldana bo têkdana asayişa netewî ya Îranê, cezayê 10 sal zindanê bi ser Zara Mihemedî de sepand.

Zara Mihemedî çalakiyên çandî û civakî dikirin û ew dema çend salan bû bi awayekê xwebexş û bê beramber, li bajarê Sine û derdora wê zarok fêrî nivîsîn p xwandina zimanê Kurdî dikirin.

Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê (KMMK) pêr derbarê biryarê de gotibû “Zara Mihemedî ji bilî mamostetiya zimanê Kurdî û fêrkirina zimanê Kurdî, ti çalakiyeke din nekiriye û dezgehên ewlehhiyê yên Komara Îslamiya Îranê, li ser tometa pêkanîna kom û desteyan bi armanca têkdana asayişa netewî, ti belgeyek nîşan nedane.”

Wê çalakvana Kurd pêştir û dema ku di girtîgehê de bû, ji malbata xwe re gotibû ku hêzên emnî guvaş xistine ser wê daku îtîrafê bi hinek tometên bê bingeh bike, lê wê ew yek red kiriye.

Zara Mihemedî endameka çalak a Encûmena Çandî-Civakî Nûjîn e û roja 23ê meha Gulana 2019 di mala bavê xwe de li bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû girtin.

Zara Mihemedî bo dema 6 meh û 10 rojan di girtîgehê de bû. Ew çalakvana Kurd ji aliyê Îdareya Îtilaata Sineyê ve hatibû girtin.

Roja 02-12-2019 Zara Mihemedî bi danîna 700 milyon tumenî bi awayekê demkî û heta dema dadgehîkirinê hatibû azadkirin.

Encûmena Çandî-Civakî Nûjîn par têkildarî girtina Zara Mihemedî daxuyaniyek dabû û ragihandibû, “di demekê de Zara Mihemed di jêr fişarê de ye k user bi ti partî û aliyekî siyasî nîne û tekane tawana wê ev e ku zarokan fêrî zimanê Kurdî dike.”

Encûmena Nûjîn rêxistineke civaka sivîl e ku ji aliyê hejmarek keç û xortên Kurd ve hatiye damezrandin û di warên çandî û civakî de li parêzgeha Sine ya Rojhilata Kurdistanê çalakiyan dike.

Berî ku bê girtin, wê çalakvana Kurd bi awayekê xwebeş dest bi vekirin û birêvebirina kursên zimanê Kurdî li gund û bajarên ser bi parêzgeha Sineyê ve kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst