Konsulê Fransa: Serdana Le Diran bo Kurdistanê ji bo piştevaniyê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian ku duh şev bi serdanekê ji Bexdayê ve gihîşt Hewlêrê, îro dê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serok Mesûd Barzanî bicive.

Le Drian û berpirsên Herêma Kurdistanê, dê di van hevdîtinan de peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê ji aliyê siyasî û leşkerî ve gotobêj bikin.

Konsulê Giştî yê Fransayê derbarê serdana Le Drian a bo Kurdistanê de twittek bi zimanê Kurdî belav kiriye û ragihandiye, serdana Le Diran bo Hewlêrê ji bo hevsozî û piştevaniyê ye.

Le Drian derengiya şeva Pêncşemê 16ê Tîrmehê û derdora demjimêr 22:30 piştî serdana Bexdayê bi balafireke taybet gihîştibû Hewlêrê û li balafirxaneyê ji aliyê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hatibû pêşwazîkirin.

Ew heştemîn car e ku Jean-Yves Le Drian serdana Herêma Kurdistanê dike, pêştir çar caran wek Wezîrê Berevaniyê serdana Herêma Kurdistanê kiriye û di serdanên paşê de jî wek Wezîrê Derve yê Fransayê serdana Kurdistanê kiriye.

Şarezayê karûbarên siyasî yê Fransayê, Dr. Adil Baxevan ji Rûdawê re ragihand, pêwendiyeke dîrokî yê Fransayê li gel Herêma Kurdistanê heye û pêgeha Herêma Kurdistanê jî di nava siyaseta Fransayê de cêgir e.

 

Peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê vedigere bo sala 2001 û di vê sale de yekemîn di 1ê Adara 2001 de nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parîsê hat vekirin.

Fransa him li herêma Kurdistanê û him li Rojavayê Kuristanê piştevaniya Kurdan di şerê li dijî DAIŞê de kiriye. Herwiha ji ber êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê biryara ragirtina frotina çekan bo Tirkiyê daye.