Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em rê nadin asayişa Herêma Kurdistanê were alozkirin

17-07-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Hewlêr Tirkiye Êrîşa Hewlêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, êrîşa îro ya li Hewlêrê şermezar kir û weke “kiryareke tawankarî û tirsnokî” bi nav kir. Serokatiyê herwiha diayr kir: “Lêkolîn û lidûvçûn bo girtina tawankaran berdewam e, jibo ku bêne sizadan.”

 

Serokatiya Herêma Kurdistanê: “Em bi tundî vê êrîşa tawankarî û tisnok şermezar dikin ku îro nîvro li Hewlêrê karmendekî konsulxaneya Tirkiyê û welatiyekî Herêma Kurdistanê kire armanc û di encamê de herduyan canê xwe ji dest dane û welatiyekî din jî birîndar bûye.”

 

Di daxuyaniya xwe de Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje: “Em tekez dikin ku em rê nadin asayişa Herêma Kurdistanê were alozkirin.”

 

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Lêkolîn û lidûvçûn bo girtina tawankaran berdewam e, jibo ku bêne sizadan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst